NAVENDA NÛÇEYAN- Di demên ku hewldana dagirkirina dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Xakurkê didome de, du komên ku ji endamên Parastina-Îstixbarata KDP û endamên MÎT’ê bi cilên peşmerge lixwe kirin û li herêma Helgurt û Dola Akoyan keşîf kirin. Li gor çavkaniyên herêmî Tc, bi beşdarbûna pêşmergeyan ve amadekariya êrîşekî mezin dike.
Dewleta Tirk a dagirker, Serokomarê IRAQ’ê Behrem Salîh û Serokwezîr Adil Abdulmehdî li Enqerê Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayîp Erdogan re hevdîtinek pêk anî û roja 27’ê Gulanê de roja Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Federasyona Herema Kurdistanê hat hilbijartin êrîşê dagirkerkirinê destpêkir hîn jî didome. Di pêşiyê bi F-16’an ve herem bombebaran kirin, piştre leşker bi helikopteran ve berjêr kirin û gerîlayê HPG’ê bi berxwedanê bersiv dan û destûr nedan leşker li erdê pêşde herin. Leşkerên hatin peyakirin li navbera herema Kanîreş, Xelîfan û gundê Sîranê tengav man nikarin pêşde biçin, hat hînbûn ku zordariyê li welatiyê heremê dikin.
Bi tevlêbûna Pêşmerge ve amadekariya êrîşeke berfireh tê kirin?
Li gorî agahiyê ji çavkaniyê HPG’ê û çavkaniyê xwecîhî hatin girtin, du grûbê bi MÎT û Parastinê pêk tê bi cilê pêşmerge xwe kirine û li herema Bradostê keşîf kirine. Li gorî çavkanîya du grûbê ku cilê Pêşmerge xwe kirine bi endamên Parastin û Mîtê pêk tê li Helgurt û herema Dola Akoyan keşîf kirine. Armanca wan jî leşkerên Tirk yên li heremê tengav bûne bi tevlêbûna pir hejmarek Pêşmerge ve tê xwestin ku êrîşek mezin bibin ser.
Pêşmergeyên ji rewşê aciz jî hene
Li gorî agahiyên çavkaniyê xwecîhî hatin girtin, hîn Pêşmerge wê rewşa bi aliyê Pêşmerge ve tê saz kirin aciz in, lê ji ber ku telîmat ji Rêveberiya Federasyona Herema Kurdistanê û Parastinê hatiyê neçar mane û êrîş çêbibe wê tev lê bin.
Çavkaniyê HPG’ê jî diyar kirin ku ji dema êrîşa dagirkirina Xakûrkê destpêkir heya niha du cara hêzên Pêşmerge xwestin bikevin heremê û diyar kirin ku wê êrîş bikin lê ji wan re hat gotin ku ew êrîş bikin bersivê were dayîn neçar man û paşve kişiyan.