AMED –Li gel peyama Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 200’emîn de greva birçîbûnê ku dabû destpêkirin bi dawî kir û li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Leyla ji nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin hat taburcukirin. KCD’ê taburcîkirina Leyla Guvenê li ser malpera xwe ya fermî piştrast kir. Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya KCD’ê hat dayîn de hat diyar kirin ku, Leyla hatiye taburcu kirin lê kontrola wê ya tenduristiyê dê berdewam bike.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Pêvajoya tedawiya hevseroka me îro bi dawî bûye û hat taburcîkirin. Lê li gorî pêşniyarên bijîşkan ji ber bandora greva birçîbûnê hat diyarkirin ku wê heta demekê kontrolên wê yên tendûristiyê bidomin.”