ZAXO- Derbarê mijarê de Hêzên Parastina Cewherî yên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev zanyarî hatin parvekirin;
“Li hemberî dewleta Tirk ku li ser Herêmên Parastina Medya û herêma Xakurkê ya di nava xaka Başûrê Kurdistanê de êrîşên dagirkeriyê dane destpêkirin, yekîneyên me çalakiyek pêk aniye. Çalakî di 7’ê Hezîranê saet 18.00’an de li dijî qereqola artêşa Tirk a Girê Biyê ya li bajaroka Bêgova ya girêdayî navçeya Zaxo hatiye pêkanîn.
Di çalakiyê de ji du aliyan ve kozik, stargeh û avahiyên di qereqolê de hatine hedefgirtin. Hêzên me bi awayekî bandor çalakî pêk aniye û di encamê de 20 leşker hatine kuştin. Her wiha wesayitek leşkerî û gelek stargehên di hewşa qereqolê de şewitî û tunebûne.
Piştî çalakiyê ertêşa Tirk a dagirker bi obus û topên hawanan derdora gundên Rusê û Şundirê topbaran kiriye. Piştî demekê jî balafirên şer Girê Kordîne û derdora gundê Şundirê bombebaran kiriye.
Di van bombebaran û topbaranan de tu windahî çênebûne, lê ziyana madî li nava bax û baxçeyên gundiyan de çêbûye.”