SILÊMANİYE- Çalakiya endamên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Tekoşer wê di 12’ê Hezîranê destpê bike. Di destpêkê de meşekî navendî were lidar xistin.
Endamên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwanên Tekoşer banga beşdarbûna çalakiya li Silêmaniye kirin. Berîtan Zagros û Kawa Çiya gotin ku; “Em wekî Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwanên Tekoşer bangawazî hemû ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî dagirkeriya Başûrê Kurdistanê bêdeng nemînin û em bang dikin ku beşdarî çalakiya roja çarşemê li Silêmaniye, li ber baxê giştî were destpêkirin bibin.