BEHDÎNAN – Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got, “Ev yek hewldanek ji bo dagirkirinê ye, ji bo kontrolkirinê ye. Ji aliyê siyasî ve hewldanek ji bo teslîmgirtina îradeya Başûrê Kurdistanê ye. Heta ku şer bidome wê berxwedana gelê Kurd jî li her deverê bidome. Ji Xakurkê heta Behdînan, ji Dersimê heta Serhedê wê li her deverê bidome.”
Beşa dawî ya hevpyevîna ANF’ê bi Bayik re kirî.
Dewleta Tirk ji sala 1983’an ve ‘operasyonên li derveyî sînor’ pêk anî. Navên nepixandî li hemûyan kir û tişta hêvî dikir ji ti ji wan wernegirt. Supurge, Sizma, Çelîk, Atmaca, Tokat, Balyoz, Çekîç, Mûrat, Sandvîç, Guneş… Niha jî navê ‘Pençe’ lê kiriye. Du salên dawî dewleta Tirk qonax bi qonax hewl dide dagir bike, bi cih bibe û vê yekê jî bi hevkarên xwe dike. Beriya her tiştî hûn dikarin qala cudahiyên sereke bikin?
Berê ji bo derbê li tevgera me bixin ev operasyon dihatin kirin. Lewma di her firsendê de ji bo pêşî li pêşketina têkoşîna me ya tevgera azadiyê bigirin operasyonên wiha dihatin kirin. Lê belê bi destpêkirina Şerê Sêyemîn ê Dinyayê re polîtîkaya xwe guhertiye. Operasyonên berê di çarçoveya hevsengiyên sedsala 20’an, di çarçoveya statuya Rojhilata Navîn a sedsala 20’an de dihatin kirin, êrîşên bi wî rengî bûn. Wê demê sînorên heyî, statuyên heyî qebûl dikir û bi vî rengî êrîş dikir. Bi Şerê Sêyemîn ê Dinyayê re rewş guherî, hevsengiyên berê yên li Rojhilata Navîn ji holê rabûn. Di pêvajoya hilweşîna hevsengiyan de Kurd bûn xwedî hêzeke girîng. Dewleta Tirk di rewşeke wiha de li şûna ku pirsgirêka Kurd çareser bike, xwe demokratîk bike û bi vî rengî cihê xwe di sîstema nû ya Rojhilata Navîn de werbigire; li şûna ku weke hêzeke demokratîk a ku pirsgirêka Kurd çareser kiriye bibe parçeyek ji sîstema nû ya li Rojhilata Navîn, ji ber ku pirsgirêka Kurd çareser nekir û ne xwedî zîhniyeteke demokratîk e hem dixwaze têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bieciqîne, hem jî di hevsengiyên nû de di çarçoveya feraseta belavkariyê de dixwaze hîn bi bandor bibe. Tayyîp Erdogan ev yek bi rengekî vekirî got. Got, ‘Peymana Lozanê ne serketinek e’. Bi vî rengî diyar kir ku ew sînorên li Lozanê hatine xêzkirin qebûl nake. Di vê çarçoveyê de tiştên weke, ‘Sînorê Tirkiyeyê ji Helebê heta Kerkûkê û hwd.’ got. Vê yekê di çarçoveya Mîsakî Mîlî de nabêje ku sala 1919’an di Kongreya Sêwasê de hate qebûlkirin. Ji ber ku Mîsakî Mîlî wê demê welatê hevpar ê Kurd û Tirkan bû. Wê Kurd bibûna xwedî jiyana xweser. Di vê çarçoveyê de wê Kurd û Tirk Mîsakî Mîlî ya dagirkirî rizgar bikirabûna û li welatê hevpar bibûna dewleteke xwe dispêre yekîtiya her du gelan. Di wir de înkara Kurdan tine bû.
Çend roj berê Bînalî Yildirim ji bo di hilbijartinên Stenbolê de bandorê li dengê Kurdan bike qala mebûsên Kurdistanê û Laz ên li meclîsa destpê kir. Rewşa wê demê bi polîtîkayên niha re li hev nake. Desthilatdariya AKP’ê ya heyî nêzîkatiya meclîsa destpêkê ya sala 1920’î qebûl nake. Berevajî, di polîtîkaya qirkirinê ya piştî sala 1924’an dest pê kir, israr dike. Bi înkarkirina Kurdan re dixwaze xwe li herêmên Mîsakî Mîlî jê re tê gotin belav bike. Çawa ku Kurdistanê weke qadeke ji bo belavbûna neteweya Tirk dibîne, niha jî sînorên Mîsakî Mîlî yên berê jî weke qadeke belavbûna netewetiya Tirk dibîne. Divê êrîşkariya wan a di vê astê de tê kirin hinekî bi vî rengî were nirxandin. Di demekê de ku hevsengiyên berê yên li Rojhilata Navîn ji holê radibin û hevsengî û statuyeke nû derdikeve holê, dewleta Tirk hem dixwaze Kurdan bieciqîne -ji ber ku Kurd bûne xwedî hêz, dikarin di nava hevsengiyên nû de hebin, dikarin bibin xwedî azadiya xwe- hem jî eger jê bê dixwaze xeyala xwe ya Osmaniya nû pêk bîne. Di Osmaniya nû ya niha de zîhniyeta dema Împaratoriya Osmanî nîne. Zîhniyeta heyî ji zîhniyeta wê demê gelekî paşdemayî ye. Wê demê di nava Osmaniyan de neteweperestiyeke mîna niha tine bû. Osmanî sîwana miletên cuda bû. Niha ne sîwana miletên cuda ye; xeyala Osmaniya nû ew e ku bi temamî Tirk serdest bin û nasnameyên din bên qirkirin. Lê dema tê hesabê wan dibêjin, di serdema Osmanî de hemû nasname bi hev re dijiyan -Xiristiyan, Misilman, Yahûdî, Kurd, Ereb, Rûm, Bûlgar-, bi vî rengî pesnê wê demê didin. Lê dewleta Tirk niha polîtîkaya neteweperestî, şovenîzm, tinekirina gelên cuda dimeşîne ku di serdema Osmanî de nebû. Bi berfirehkirina sînorên Tirkiyeyê re bêguman dixwazin Kurdan tine bikin. Di dema şerê Kobanê de çi gotin? Gotin, ‘Ne Kobanê, Ayn El Ereb e’. Di dema krîza Kerkûkê de gotin, ‘Ew der bajarê Tirkan e’. Divê cudahiya êrîşên nû yên dewleta Tirk bi vî rengî were dîtin.
Li aliyê din di çarçoveya vê polîtîkaya belavkarî û dagirkeriyê de, nokeriyeke Kurd heye ku destekê dide wan. Tişta ku ya bi navê ENKS’ê li Rojava, li Efrînê kir li pêş çavan e. Tevî ku ti hêza xwe tine bû bi hevkariya bi çeteyan re qaşo wê bibûna xwediyê Efrînê. Lê belê niha Kurd li wir tên qirkirin. Di nava vê nokeriyê de asteke welê ya xiyanetê heye ku li ti devera dinyayê nîne. Dibêje, ‘Ne ya min be, divê ne ya Kurdekî din be’. Niha jî di dagirkirina Başûrê Kurdistanê de PDK tê bikaranîn. PDK bi rastî jî bi nêzîkatiyên rojane û teng dibe amûrek ji van polîtîkayên dewleta Tirk re. Tifaqa AKP-MHP eger jê bê dixwaze beşek ji xaka Sûriyeyê tevlî xaka xwe bike. Eger şert û mercên siyasî guncaw bibe dixwaze bi van derfetên xwe û hêza xwe ya dagirkeriyê Başûrê Kurdistanê jî tevlî xaka xwe bike. Polîtîkayeke xwe ya bi vî rengî heye. Lê eger ev nebe, niha hewl dide li Başûrê Kurdistanê herêmek tampon ava bike. Bi bikaranîna derfetên teknîkî re hewl dide sînoran bi temamî bigire. Bala xwe bidin ser; li seranserê Îranê û li sînorê Sûriyeyê dîwar lê dike. Ji ber ku Başûrê Kurdistanê herêmeke çiyayî ye derfetên xwe nîne ku dîwar lê bike, li aliyê din gerîla destûrê nade. Lê belê bi êrîşên dagirkeriyê re dixwaze mîna niha herêmeke tampon ava bike û piştre vê dagirkeriyê li tevahiya Başûrê Kurdistanê belav bike. Em nizanin êdî bi PDK’ê re kîjan têkiliyên veşartî pêk aniye, kîjan soz dane PDK’ê. Bi rastî jî em nizanin ku PDK çawa baweriya xwe bi sozên dewleta Tirk tîne, çawa jê bawer dike û tevlî van operasyonan dibe.
PDK îro xwe dispêre dewleta Tirk û li Iraqê polîtîkayê dimeşîne. Li dijî Iraqê dewleta Tirk bi kar tîne. Li dijî YNK’ê dewleta Tirk bi kar tîne. Ji xwe li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi dewleta Tirk re polîtîkayê dimeşîne. Lewma êrîşên dema dawî yên dewleta Tirk di nava şert û mercên Şerê Dinyayê yê Sêyemîn de weke encama cudabûna têkiliyên dewleta Tirk û PDK’ê derdikevin holê. Berê bi hev re tevdigeriyan, dixwestin hin darbeyan lê bidin. Herduyan ji bo berfirehkirina qada xwe ev polîtîka dimeşandin. Niha jî ne tenê ji bo derbê li gerîla bixin vê têkiliyê dikin. Di çarçoveya polîtîkaya Iraqê, polîtîkaya Rojhilata Navîn de van êrîşan dike. Dewleta Tirk di çarçoveya van polîtîkayan de hewl dide li hin herêman bi cih bibe. Çawa ku li gelek deveran baregehên xwe hene, niha jî bi dagirkirina herêmên nû dixwaze baregehên xwe zêde bike. Wê vê yekê veguherînin polîtîkaya serdestiya li tevahiya Başûrê Kurdistanê. Ji xwe hevalê me Fermandarê Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan got, ev yek ne êrîşek e; hewldana ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.
Divê êdî polîtîkayên dewleta Tirk ên der barê Başûrê Kurdistanê ne tenê weke êrîşekê, weke hewldanek ji bo dagirkeriyê bê dîtin. Her wiha hin hêz meseleyê weke tenê ‘dagirkirina Xakurkê’ biçûk dibîne. Tevgereke were biçûkxistin nîne. Ji ber ku bi bikaranîna hemû hêz û derfetên xwe dixwaze hin herêman dagir bike. Bêguman pêwendiya xwe bi hilbijartinê ve jî heye. Serketina di hilbijartinên Stenbolê de ji bo desthilatdariya AKP’ê gelekî girîng e. Ji ber vê yekê dixwaze propaganda vê bike û deng ji hêzên şovenîst û neteweperest werbigire. Beriya niha yek ji herêmên stratejîk û girîng ên herêma Xakurkê girê Lêlîkanê bi destûr û piştgiriya PDK’ê dagir kiribû, niha jî hewl dide Şekîfê dagir bike û lê serdest bibe. Lewma êrîşeke berfireh ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Wê bi ser bikeve ya bi ser nekeve ew mijareke cuda ye. Weke ku we jî got, heta niha gelek operasyon hatin kirin lê ti ji wan bi ser neketin. Niha armanca xwe guherî, cuda bû. Di vê çarçoveyê de dixwazin dagirkeriyê belav bikin. Bêguman wê stratejî û taktîkeke Tevgera Azadiyê li dijî vê hebe. Wê têkoşîneke xwe ya demdirêj a li dijî vê hebe. Têkoşîna me ya li dijî van êrîşan hemûyan wê bi biryardarî bidome. Bi berfirehkirina têkoşîna xwe wê bersiv ji êrîşên dagirkeriyê re bê dayin. Çawa ku 35-40 sal in em li dijî van êrîşa bi israr li ber xwe didin, çarçove, ast û armanca êrîşan çi dibe bila bibe, wê berxwedana ji bo hesreta sed salî ya gelê Kurd, têkoşîna 40 salî bidome.
Heta salek beriya niha bi qasî ku em zanin, li Bamernê, Şeladizê, Batufa, Kanimasi, Kiribî, Sinekê, Sirî, Kubkê, Kumri, KoxêSpî, SerêZêr, GeliyêZaxo û Amediyê baregehên leşkerî yên Tirk hene. Her wiha li Hewlêr, Duhok, Zaxo û Amediyê şaxên MÎT’ê hene. Li Başîka, Soran, Kalaçolan û Zûmarê kamp ava kir. Li herêma Harîrê li balafirgeha kevn kamp ava kir û dest bi bikaranîna wê kir. Li xeta Silêmaniye, Helebçe, Germiyanê bi navê ‘şîrketên taybet’ û ‘personel’an hin saziyên xwe hene. Zêdeyî hezar 350 şîrketên Tirk kar dikin; eşkere ye ku hinek ji wan paravan in û yekser bi MÎT’ê re dixebitin. Aliyê siyasî, çandî û aborî jî li aliyekî din. Ev tabloyeke çawa ye û wê bigihêje ku derê?
Pirsa we ji xwe nîşan dide ku ya heyî wê tevgera dagirkeriyê bi ku ve bibe. Başûrê Kurdistanê êdî veguherandiye mandayekê. Başûrê Kurdistanê heta niha ji her alî ve di kontrola sîstema mêtinger qirker de ye. Me ev yek ji xwe di referandûma serxwebûnê ya sala 2017’an de dît. Her kes zane ku dewleta Tirk helwesteke çawa nîşan da. Gotin, ‘Em ê deriyê sînor ê Xabûrê bigirin wê birçî bimînin’. Ya rast, nikarin Xabûrê bigirin. Eger Xabûrê bigirin wê aboriya wan têk biçe, lê ji bo nîşandan niyeta dewleta Tirk û desthilatdariya AKP’ê ew gotin girîng e. Wekî din piştî referandûma serxwebûnê dema ku krîza Kerkûkê rû da, Tayyîp Erdogan bi xwe got, ‘Kerkûk bajarekî Tirkmenan e’. Dewlet Tirk bi vê polîtîkaya xwe re nêzîkatiya xwe ya weke ‘tu bi temamî di kontrola min de ye, tu nikare derkeve derveyî polîtîkayên min’ eşkere kir. Niha ewqas baregehên leşkerî hene; wê baregehan berfireh bikin, li Lêlîkan û Şekîfê baregehan ava bike, amadekariyan dike ku li deverên din baregehan ava bike. Ev hemû nîşan didin ku Başûrê Kurdistanê êdî ji dagirkeriyê jî wêdetir bi temamî dikeve bin mêtingeriya wan. Dixwazin Başûrê Kurdistanê welê bikin ku bi temamî polîtîkayên Tirkiyeyê lê bi bandor bin. Dewleta Tirk bi rêya vê yekê dixwaze Iraqê kontrol bike, li hemberî Îranê pozîsyona xwe xurt bike. Li gel vê yekê dixwaze petrola Kerkûkê bi temamî kontrol bike. Polîtîkayên Tirkiyeyê vê yekê radixin pêş çavan. PDK dibe amûrek ji vê yekê re. Polîtîkayên PDK’ê Başûrê Kurdistanê niha kiriye parçeyek ji Tirkiyeyê ne ji Iraqê. Polîtîkaya PDK’ê ya ku Tirkiyeyê li dijî hin hêzan bi kar tîne Başûrê Kurdistanê xistiye vê rewşê.
Tirkiye ya ku ewqasî daye nava Başûrê Kurdistanê wê li hemberî Iraqê pozîsyona xwe çi be? Mesela; tevî ku Iraq ji Tirkiyeyê dibêje ji kampa Başîka derkeve, Tirkiye jê dernakeve. Tirkiye nîşanî Iraqê dide ku gotinên wê ji bo wan ne cidî ye. Ji xwe Tayyîp Erdogan demekê ji bo Serokwezîrê Iraqê gotibû, ‘Tu kî ye, tu xwe çi dihesibîne, kî te cidî digire, ti wateya gotina te ji bo min nîne’. Gelo ev nayê wê wateyê ku ji Iraqê re bi rengekî vekirî dibêje, ti hêza te li hemberî min nîne? Bi dagirkirina qadên herî girîng ên Iraqê re ev yek got.
Lewma divê rewşa Başûrê Kurdistanê ya heyî bê nîqaşkirin û nirxandin. Ev yek tevgereke dagirkirinê ye. Hewldanek ji bo mêtingeriyê ye. Ji aliyê siyasî ve teslîmgirtina îradeya Başûrê Kurdistanê ye. Li Başûrê Kurdistanê niha rêveberiyeke xwedî îradeya siyasî û azad heye gelo? Mijara nîqaşê ye. Ne tenê rewşa PDK’ê wiha ye, li ser YNK’ê jî zextê dike. Dewleta Tirk dixwze di ser YNK’ê de jî ya dixwaze bike. Ji xwe YNK û Goran jî hevparê hikumeteke wiha ne. Gelo ev Kurdistaneke çawa azad e? Hêza ku vê dike li Bakurê Kurdistanê qirkirinê dike. Ji bo Kobanê dibêje ne bajarê Kurdan e. Efrînê dagir dike, dixwaze Rojava dagir bike. Di dema referandûma serxwebûnê de û piştî wê, helwesta xwe tê zanîn. Dewleteke bi vî rengî li Başûrê Kurdistanê bi bandor e. Lewma rewşa li Başûrê Kurdistanê ji vî alî ve bi rastî cidî ye. Encamên dema bê yên vê tevgera dagirkeriyê û wesayeta siyasî nayê dîtin.
Ji polîtîkaya dewleta Tirk a dema referandûma sala 2017’an ders nehatiye derxistin. Weke ku tê zanîn dewleta Tirk artêşa xwe li ser sînor bi cih kiribû. Lewma mirov bi rastî jî nizanin êdî çi bêjin. Ji me bêhtir divê hêzên siyasî, welatparêz, demokrat û şoreşgerên li Başûrê Kurdistanê vê mijarê nîqaş bikin. Gelê Başûrê Kurdistanê gelekî welatparêz e. Raperîna destpêkê ya mezin raperîna Babanzade ye. Wekî din raperîna Şêx Mehmûd Berzencî heye. Ji ber vê yekê bi taybetî herêma Soran serdestiya derve qebûl nekiriye, timî li ber xwe daye. Ji aliyê dîrokî ve rastiyeke wiha ya gel heye. Lê belê li hemberî vê dagirkeriyê bêdengiyek heye. Mîna ku dewleta Tirk tenê li dijî PKK’ê şer dike, tenê ji ber PKK’ê dagirkeriyê dike. Halbûkî ev polîtîkayên dewleta Tirk di çarçoveya belavkirina li Rojhilata Navîn tên kirin. Li her deverê dixwaze îradeya Kurdan têk bibe, destketiyên wan ji holê rake. Herêmên Kurdistanê hemûyan weke qadeke belavbûna neteweyî ji bo xwe dibîne. Mebest ji belavbûna neteweyî ew e; wan deveran dagir bike û bike Tirk. Demografiyê diguherîne. Civakên cuda lê bi cih dike. Yek ji armancên stratejîk ên dewleta Tirk ew e ku Başûrê Kurdsitanê heta Kerkûkê dagir bike, wê derê tevlî xaka xwe bike. Dema ku vê dike jî ne xwedî nêzîkatiyeke welatê hevpar ê Kurd û Tirkan e ku di Mîsakî Mîlî ya sala 1919’an de hate destnîşankirin. Eger nêzîkatiyeke xwe ya bi vî rengî hebûya, eger weke welatê hevpar ê Kurd û Tirkan binirxandibûya, eger hebûna Kurdan qebûl bikirabûna, ji xwe di navbera Kurdan û Tirkiyeyê de ewqas pirsgirêk nedibû. Eger feraseteke xwe ya wiha hebe wê destpêkê pirsgirêka li Bakurê Kurdistanê çareser bike. Wê li Bakurê Kurdistanê Kurdan înkar neke. Wê polîtîkaya qirkirina Kurdan nemeşîne. Wê civakên din li Kurdistanê bi cih neke û demografiya Kurdistanê neguherîne. Wê ewqas Kurdan koçber neke. Lewma gel û hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê divê vê rewşê nîqaş bikin. Eger vê nîqaş nekin û pêşî lê negirin wê îradeya wan bi temamî ji dest biçe, ji aliyê leşkerî û siyasî ve bikevin bin kontrolê. Ji xwe heta asteke girîng ev yek pêk hatiye. Eger pêşî li vê negirin dibe ku destketiyên Başûrê Kurdistanê hemû bikevin rewşeke metirsîdar. Divê hem Kurd, hem Iraq hem jî welatên din vê bibînin.
Deverên ku niha dixwazin dagir bikin deverên stratejîk in. Piştî ku ew deverên stratejîk hatin wergirtin wê ne hêsan be ku dewleta Tirk ji wan deveran bê derxistin. Ji xwe dewleta Tirk li devera ku bi cih bûye bi hêsanî derneketiye, dernakeve jî. Dema ku mijar Iraq û Başûrê Kurdistanê be ku li gorî xwe lawaz dibîne, wê bi temamî kontrol bike. Sibe ya wê dernekeve ya jî ji bo dernekeve wê mercên gelekî giran nîşan bide. Lewma em bang li gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku di vê mijarê de hesas be. Ev yek tevgereke dagirkeriyê ye û gerîlayên azazdiyê li ber xwe didin. Em bang li gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku tevlî vê berxwedanê bibe. Berxwedana heyî ya gerîla berxwedana parastina destketiyên gelê Başûrê Kurdistanê ye. Ji bo gelê Başûrê Kurdistanê li ber xwe dide. Divê ev rastî bê dîtin û gelê Başûrê Kurdistanê bi temamî tevlî vê berxwedanê bibe. Em bang dikin ku rewşa dagirkirina Başûrê Kurdistanê bê nîqaşkirin. Ev rewş ji rêzê nîne, ne rewşeke ku bêjin ‘şerê li dijî PKK’ê ye’ û derbas bikin. Bandorê li rewş û jiyana aborî, siyasî, çandî û civakî ya Başûrê Kurdistanê dike. Hewldanek ji bo têkbirina îradeya siyasî ya gelê Başûrê Kurdistanê ye. Encamên vê wê dema bê giran be. Ji bo encamên welê giran rû nede, divê gelê Başûrê Kurdistanê, jin, ciwan, rêxistinên siyasî li hev bicivin û piştgiriyê bidin berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê.
Artêşa Tirk ji 27’ê Gulanê û pê ve dest bi pêleke nû ya êrîşê kir. Lê belê ji roja destpêkê ve gerîla çalakiyên xurt û berfireh dikin û hewl didin li qadê asê bike. Hem jî derbên giran li wan didin. Sal û nîvek e li herêmê şerekî çawa diqewime?
…..
Wê bidome…