SIDEKAN – Di demeke ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, li Hewlêrê tevlî merasîma sundxwarinê ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibe de, artêşa Tirk a dagirker jî, êrîşên xwe yên li ser herêma Bradsot didomîne.
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, di van kêliyan de gundê Bêrkim ê girêdayî bajaroka Sidekan a li herêma Bradost bombebaran dikin.
Artêşa dagirker, bi hemwextî gundê Xelîfan ê girêdayî Sidekan jî topbaran dike.
Êrîş berdewam dike.