NAVENDA NÛÇEYAN
Di demên borî de na di salên borî de dê çiqas were gotin rastir dibe ku li ewrûpayê Tirkiye di qirêjiya hewayê de serî dikişîne û di qeysa cîhanê de bi paş ve diçe û heta ku tê îfadekirin ku li Tirkiyê ji sedî heştê ji hewaya paqij nagirin.Em diyar bikin ku herî zêde li rojxelata Tirkiyê tê hildan.li Ewrûpayê her wekî ku Tirkiye jî ji Ewrûpayê tê hesibandin ji 10 bajaran 8 bajarên ku hewaya wan qirêj e li tirkiyê ye.
Bê guman Daneyên îstatîstîkê mirovan ditirsîne û qet nebaş in.welatekî wek tirkiyê yê ku xwediyê senayîyeke ( pîşesaziyeke)mezin û giran nîne çawa evqas hewa qirêj jê derdikeve mirovan hem gumanbar dibe û hem jî her wekî ku tê gotin ditirse.
Tê zanîn ku Tirkiye ji polîtîkayên hawirnasiyê dûrin.çanda qezenceke pir zêde, dewlemendbûneke zûtirîn û pereyê ku ji rêyeke hêsan tê qezenckirin jixwe çandeke berovajê xwezayê û hawirnasiyê jî bi xwe re tîne.
Pir baş tê zanîn ku li Tirkiyê ji cihên dîrokî ,av û çeman bigire heta zonanan ji bo perê hêsan qezenc bikin çawa nêzîkê xwezayê dibin li ber çavan e.ew kesên ku bi polîtîkayeke çavbirçî ji bo berjewendên xwe xwezayê tarûmar dikin diyar dike ku hişmendiya parastina xwezayê dernakeve.
Ew kesên ku têkiliyên kapîtakîst ji xwe esas digirin û bi polîtîkayên qezencê tên kokandin wekî ku dê nikaribin bibin hawirnas û wîcdana wan jî nay dîtin. Rêberê Gelê Kurd birêz Abdulah OCALAN ji wan kesan re dibêje ku “serdarê wan pere ye” . ew Kesên ku cîhana wan tenê pere ne karekî wan Tenê heye.ew jî : çi dibe bila bibe divê ew pere qezenc bike ye. Mîna gotineke emerîkaniyên resen “ mirov çiqas xwe ji Xwezayê dûr bixe ew qas dilhişk dibe”.
Îro li Tirkiyeyê kesên ku dilê wan ji xweza û mirovahiyê dûrin desthilatdarin.
Serkarê Emerîkaniyê Resen ê mezin seattle wisa gotiye “ her tişt di heman bêhnê de ye : ajalan,mirovan û daran…heke ajal nebûna dê mirovan çi bikira? Dema ku hemû ajal biçin,rihê mirovan dê bikeve nav tenêtiyekê û bixeniqe û wê bê kesbûna bimirin”
Ma êdî çi “ dema ku ajala dawîn hat nêcîrkirin û dema ku dara dawîn hat birîn û masiya dawî hat girtin : wê çaxê hûnê bibînin,perê we we sax nahile”.
Erê bê gotin li Tirkiyê qirêjiyeke ji dil pêk tê. Heke li cihekî mijar qirêjiya hewayê be divê were zanîn ku li wir exlaq û mirovahiyeke nebaş jî qirêj bûye. Lewma mijar ne ku tenê qirêjiya hewayê ye û pirsgirêka rast ew e ku îro li Tirkiyê qirêjbûyîna wîjdana ku tê jiyîn e. exlaqa qirêjbûyî ye û rihê qirêjbûyî ye.qirêjiya jiyanê ye. Û çiqas qirêjî hebin ew hemû tê jiyîn.yê ku li serê vê qirêjiyê ye,çiqas ê ku bi tirkî tê wateya paqijiyê “akp” dest pê bike jî pêve partiyeke reşûqîr e û vê nebaşiyê jî ji politayên xwe û siyasedmedarên xwe digire.
Navbera wî bi tu kesî re tune ye û bi şer e. Ji her kesî re bi devekî çêrker û her kesî li bin xwe dibîne.mirovek dilreş û polîtîkayên wî dê çi bi serê xwezayê de bîne ne diyare!.
Rihê wî qemitiye û dilê wî reş bûye. çavsorbûyî û dev bi xwîn e û Wî jiyana xwe li ser kujertiya jiyanan afirandiye ne mumkune ku ew paqij bimîne.
Li her derê rojxelata navîn bi terorîstên xwe tije kiriye û dixwaze rojxelata navîn a bi gul û sosin wergerîne gola xwînê. Ev kes dê çi bi serê gelê tirkiyê û av û zozanên wî û çi bi ser xak Û hewa wir bîne ne diyar e?.
Ew kesên ku çavên wan bi pere û dojehê tije bûne û tenê bi kapîtalê xwe xemilandine dê çawa hewayê û paqijiyê bifikire?.
Her tiştên li titkiyê ye :ava wî,enerjiya wî û axa wî,dewlemendiya li ser axê û li bin axê ji bo pere pêşkêş dike hûn bawer dikin ku xwediyê wîjdanê be?
Beriya her tiştî Erdoganê ku ji mirovahiyê para xwe negirtiye û dilê wî reşbûye û talankerên bi hezaran ên di nav Akp` ê de ne talana dîrokî li Tirkiyê kirin,hûn bawer dikin ku ew ên li tirkiyê bijîn?.
Em wan kesan Îdîa û teqez dikin ku misqalûzere eleqeyên wan bi tirkbûyînê re tuneye.
Em îdîa dikin ku hewqas dabeşkirina gelên li tirkiyê û yên cûr bi cûr Ku ji hev kirin û kirin dijmin ne ji Tirkiyê hez dikin û ne jî Tirkin.
Em îdîa dikin ku ew kesên ku hemû nirxên tirkiyê li hemberî pere pêşkêş kirin tu eleqeya wan bi olperestî û netewperestiyê tuneye. Heta rehên xwe kapîtalîstin û bazirganin.
Di cîhanê de li tu derî nehatiye dîtin ku bazirganan ji bo berjewendên xwe xweza parastine.
Beriya her tiştî qirêjiya hewayê ya li Tirkiyê ne ku tenê pirsgirêka hawirnasiyê ye ,polîtîke.dema ku demsala polîtîkayê xera bû û rojane polîtîkayên qirêj hat li derxistin û di heman demî de li her qadî belav bû û çawa ku nukluera çernobîlê dipijike û qirêj dike,îro jî ev polîtika dipijike û qirêjiyê li her derî belav dike.
Kasim ENGÎN