SILÊMANİYÊ- Rêxistina Ciwanên Welatparêz ên Başurê Kurdistan’ê bangawazî ji bo çalakiya sibê ya ku li dijî êrîşên li ser axa Başurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve pêk tê kirin.
Rêxistina Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Tekoşer li Silêmaniye sibê meşekî navendî ya ku li dijî êrîşên li ser xaka Kurdistanê û bi taybetî polîtikayên Tirk a li Kerkukê tê bi rêvebirin were li dar xistin. Komiteya Amadekar banga lezgîn ji bo beşdarbûna çalakiyê kirin û gotin ‘Bi Ruhê Şeladizê li dijî dagirkeriyê bisekînin û asta çalakiyan bilind bikin.’
Her wiha di bangawaziyê de hate gotin; “Em wekî Ciwan vê dagirkeriyê, li ser tevahî axa Kurdistanê dibînin. Ji ber ku dixwazin carekê din xewn û xeyalên xwe Osmaniyan pêk bînin ev wisa ye. Lê tu carî em wek ciwanên Kurdistanê em ê rê nedin ku xwîna bi hezaran şehîdên Kurdistanê li erdê bimîne.
Çalakiya ciwanan sibê di seat 16:00 de li bajarê Silêmaniye parka Nalî pêk were.