BEHDÎNAN- Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê a Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya gerîlayek xelkê Helebce ku di encama bombebarana balafirên artêşa Tirk ya li Zapê şehîd bûyî aşkere kir. Komîteya Şehîdan diyarkir ku di 1’ê Hezîranê de balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker herêma Zapê bombebaran kir û di encam de gerîla Latîf Mihemed yê xelkê Helebca Başûrê Kurdistanê şehîd bû.
Ji bo gerîlayê HPG’ê konê sersaxiyê li gundê Şeşkî a ser bi bajarokê Sîrwan ya ser bi bajarê Helebce ve hat dayîn.
Nasnameya şehîd;
Nav: Nebes Latîf Mihemed
Navê Dayikê: Nazîme Mihemed Emîn
Cih û dîroka dayikbûnê: Li gundê Şeşikê yê Helebce / 1986
Dîroka tevlîbûnê: 13’ê Gulana 2017 / Qendîl
Cih û dîroka şahadetê: Di 1’ê Hezîrana 2019’an de li Zapê di êrîşa balafirên dewleta Tirk de şehîd bû.