NAVENDA NÛÇEYAN- Duh şevê li gundê Karşılar a girêdayê Dersîm’ê di navbera gerillayên HPG-YJA-STAR û leşkerên dewleta Tirk a dagirker de pevçûnek derket. Li gor hîn agahiyên ku me ji herêmê girtine di çalakiya gerillayan de gelek leşkerên Tirk hate kuştin. Medyaya hawîzê jî nûçeyên ku 2 leşker mirine û 4 leşker jî birîndar bûne weşandibû.
Ji aliyê din Wezareta Parastina Tirk a faşîst nasnameya du leşkerên Tirk eşkere kir. Di çalakiyê de Okkeş Ede(Osmaniye) û Emre Ûçkan(Kûtahya) hatine kuştin. Dagirkerê bi navê Okkeş ji emrê xwe yê biçûk ve ji ber ku bêxwedî bûye di bin sîwana dewletê de hatiye pêşxistin û ji bo li dijî Kurdan şer bike bi taybetî hatiye perwerdekirin.
Miharekî balkêş yên din jî her du leşker jî Çawîşê Pişsporên û demek dirêj e beşdarî operasyonên li Dersîmê dibin.