NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Ûysal ji bo çûyîna Îmraliyê bi rê ketin.
Daxuyanî bi rêya twitterê hate weşandin û hate gotin, “Ji parêzern buroya me Newroz Ûysal û Rezan Sarica îro (12.06.2019) ji bo dîtina muwekîlê me Birêz Abdullah Ocalan berê xwe dan Girtîgeha Girava Îmraliyê. Vê agahiyên ji raya giştî re radigihînin.”
Herî dawî 2 û 22’ê Gulanê parêzerên Ocalan muwekîlê xwe dîtibûn.