AMEDIYE- Li gor nûçegihanên me yên ku ji qadê radigîhinin dewleta Tirk a dagirker gundên Amediyê yê Başurê Kurdistanê bombardiman dike. Hate ragihandin ku ev bombardiman di cihên ku sîvîl heye tê kirin.
Cihê ku heta niha hatiye lêdan tenê 50 metre dûrî Liqa 18’an a PDK’ê ye.
Balefirên şer ên artêşa Tirk di êrîşek hemwext li gel êrîşa li dijî benzînxaneya li bajarokê Amêdî pêkanîn, cadeya Aşkê Dîrê ya li Komelgeha Kanê ku ew jî li nêzê Amêdiyê ye hate bombebaran kirin.