NAVENDA NÛÇEYAN
Faşîzma Komara Tirkî ji îttihat û terakkiyê bi vir de hatiye merhaleya xwe yî herî parzûnkirî. Îro Faşîzma AKP-MHP peyvira mîratxweriya kevneşopiyeke sed salan hildigire . Li Cem tevîniya desthilatdariyên faşîst, bikaranîna hin xwemaliyên xwe bûye parastvanekî hêl ê kevneşopiya faşîst. AKP-MHP ya ku piştevaniya desthilatdariyên faşîst dike, dixwaze faşîzmê li heremê belav bike û di heman demê de jî dibin tepisîna faşîzma xwe de êrîşên xwe zêde dike. Faşîzma AKP-MHP ya ku mîna desthilatdariyên beriya xwe yên di haletê zikratê de bi têgihiştina “ ger ez biçim dê herkes biçe” tevdigere.
Têgihiştina “ yan hûn ê min bi pejirînin an jî ez dê bi xwe re we jî têkbibim” rêça Erdoxanê faşîst û hevalbendên wî ye. Ji vê sedemêye ku her çendî di hişbijartinan de têk biçe dê têkçûyînê ne pejirîne û di desthilatdariya xwe de bi israr be. Dek û dolabên AKP pir in. Lê zikê xelqê ji dek û dolaban re têr e. Îdî baweriya civakê bi AKP nemaye. Bi domîna berxwedana şoreşgerî ya li bakûr, bi domîna tekoşîna gerîlla dê rûpoşa ser rûyê faşîzma AKP-MHP bête hilanîn.
Me careke din bi pêvana girevên birçîbûnê dîtyarî lê kir ku yekane hêza ku faşîzmê têk dibe; berxwedan e. Ango pîştî 37 salan holana diruşmeya “ berxwedan; Jiyan e “ ku ji zîndana Amedê, ji dilê Mehsum Korkmaz hildibû pêl bi pêl berxwedan bi rêxistin. Bi diruşmeya “ berxwedan jiyan e” zindanan li berxweda, welatperweran li berxweda, kurdistaniyan li berxweda, gerîlayan li berxweda, ciwanan li berxweda, dayîkên pîroz li berxweda. Destkeftiya herî mezin a wan berxwedanan pêkanîna hevdîtînên bi serok APO re bû. her çendî hevdîtin pêkhatibin jî ev nayê wateye ji holê rakirina tecrîdê. He weha ev rastî ji devê berxwederên girevên birçîbûnê hatiye bi lêv kirin. Liv û tevgera berxwedêrên girevên birçîbûnê hêviyên faşîzma AKP-MHP şikandin. Xwestina AKP ya ku bi dawîkirina girevên birçîbûnê û hevdîtinên bi serok APO re, di hilbijartinan de bi kar bîne, têk çû ye. Erdoxanê ku bi vê siyaseta xwe têk çû berê şerê xwe da başuûrê kurdistanê û bi awayî dijminahiya xwe ya bi Kurdan careke din nîşan dike.
Êrîşên dagirkeriyê yê li hember Xakurkê dijminahiya li hember Kurdan e. Dewleta faşîst a ku tehemmûla wê li hember destkeftînên Kurdan nîne, deh salane li tevahiya parçeyên Kurdistanê êrîşî destkeftînên Kurdan dike. Herî dawî bi êrîşî Xakurkê dixwaze başûrê Kurdistanê bike bin metîngeriya xwe. Ev xeyala Komara Tirk a faşîst e. Li hemberî vê yekê rastiya berxwedanên mezîn û bi heybet hene. Berxwedana gerila ya bi heybet ji niha ve şikandinên mezin di leşgerên dagirker de pêk anine. Derûniya wan serûbino bûye. Gerîla car caran bi taktîkên nûjen yên şerên nûjen wekî biruskan vedidin û carinan jê jî wekî siya şevan derban li leşgerên dagirker dixe. Her çendî Çapemeniya şerê teybet hewl dide ku vê rastiyê veşêre jî ev rastî di torên ragehandinê yên Cîhanî de bi eleqeyeke mezin têne şopandin. Gerîla li ber xwe dide. Berxwedan her berdewame. Ji ber ku li Kurdistanê hêmana ku serkeftinê pêk tîne; berxwedan e. Ciwaniya ku bi vê rastiyê tevdigere li Xakurkê xwedî derdikeve. Bertek û bersiva ciwanên leheng ên Kurdistanê yên li hember van êrîşan her demê; li çiyayên azad berxwedan e.
Baran MAWA
Çavkanî: Yenî Ozgûr Polîtika