NAVENDA NÛÇEYAN
AKP, partiyeke ji bo derfetên desthilatî û dewlêtê mînakek baş ê zordest û xetereyê ye. Bê guman bandorên dîrokî, cîvakî û ramanî hene. AKP ji kevneşopa îslamî ya siyasî tê. Ji wê kevneşopiyê derketin û ji xwe re gotin ku em nûjenîxwazin lewma rêya kapîtalîsta modernîteyê ya îslamî girtin.
Xwe ji wê cîvakeke ku kamorê jê hez nedikir derxistin û xwestin bibin cîvakeke siyasiyî, aboriyî û çandî bibin. Konjonktora salên 2000`an jî rê li ber serkeftina wan vekirin. Pêvejo Şerbest bû û Serok Apo di esaretê de bû. Gelên Tirkiyê ji şer, pevçûn û zilm û zora 23 `ê salan betilîbûn. Ji ber ku zexta li ser Kurdistanê li Tirkiye jî cihê xwe digirt.
Şer û pevçûnên 20 salan ên li Tirkiyê bi xwe re jî pirsgirêkên aborî, çandî, cîvakî û siyasî anîbû. Barê pisrgirêka aboriyê ya ku şerê 20 salî bi paş de avêtibû û her ku çûbû giran û kur bûbû di şerbesta de 2001`an de bi devalusyonê li pişta gelan kirin.
Ew rewşa ku tê de bûn hemû siyasetmedar acizkiribûn. Di wê demê de jî AKP`yê qala demokrasî, mafên gelan û refaha aboriyê kirin û hatin îktîdarê. Barê pirsgirêka aboriyê ya şerê 20 salan jî jixwe beriya îktîdarê li gel hatibûn parkirin, lewma di rewşeke kêrhatî de girtin. Bi taybetî jî rayên cîvakên îslamî û cîvaka ku li benda demokrasiyê bûn girtin.
Hatina AKP`yê ya îktîdarê ji piştgiriya beşên civakî ên li nav û ABD û Ewrupa jî hebû. Hêzên tê de wazîfeya AKP`ê diyarkirin, ew jî mêtinker û nijadkuştiya kurda bû. Îktîdara AKP`ê bi olê nêzîkatî bi Kurdan re deyniya û dê wan bi rehabîlîteyê ji fikra azadî û demokrasiyê ji dûr bixista. Ji der ve jî dê bibûna piştgiriya mudexeleyê Iraqê. Lê plansaziyên AKP`yê nikaribû ku Kurdan bixapîne û wan entegreyê pergala xwe ya nijadkujerî û mêtingeriya xwe nekir. Dema ku ber bi hişmendiya Osmaniyî ya Tirk û îslamî ve çûn têkiliyên derve jî pê re ketin xeterê. Bi gelemperî jî piştgiriya ku AKP`yê da DAÎŞ`ê bê baweriya AKP`yê mezintir kir. AKP`yê DAÎŞ wek enstrumaneke şer bikar anî
Dema ku serdestiya AKP`yê piştgiriyên xwe yên li derve û li nav wendakir, dest bi polîtîka û gotinên berovaj ên li serê îktîdarbûyînê xwe kirin. Di 2014` an de plansaziyên xwe ên ji bo ku çok li Kurdan bide dayîn kir. Di havîna 2015`an de jî MHP û hemû dijminên Kurdan komî cem xwe kir û li hemberî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê şerê destpêkir.
Wan DAÎŞ jî wek enstrumaneke şer bikar anîn û di 5`ê Hezîranê de li Amedî, di 20`ê Tîrmehê de li Pirsus’ê DAÎŞ`ê êrişê Kurdan û hêzên demokrasiyê kir. Di heman demî de jî DAÎŞ`ê êrişê Kobani’yê kir û bi sedan Jin, zar, pîr û şarwar qetilkirin.
AKP`ê di 24`ê Tîrmehê de bi dehan balefirên şer êrîş ber bi qadên parastina medyayê ve bir û bi giştî şer da destpêkirin. Serokvezîrê wê çaxê Davutoglu daxuyanî kir û beriya salekî ku şer destpê bike talîmatên amadekariya şer dabû polês û leşkeran. Berê xwe dabûn polîtîkayên şer û ber bi hilbijartinên di 1`ê mijdarê de jî di 10`ê cotmehê de ji hêla DAÎŞ`ê ve li Mitînga aşitîyê ya gara Enqereyê êrîş hat kirin û ji sedî pirtir kes hatin qetilkirin û bi sedan jî seqetbûn. Têkçûyina hilbijartinên 1`ê Mijdarê di 7`ê Tîrmehêde îktîdar dîsa girt destê xwe û êrîş ber bi bajarê Kurdan ve birin.
Ev polîtîka bi MHP û bi hêzên îtîfaka wan ve ji bo nijadkujeriya gelê Kurd bû. Ev rastî gelek tiştan diyar dike ku faşîzma AKP ji bo îktîdara xwe dikare her tiştên kirêt û durî mirovahiyê bike.
Rêveberiya heyeta AKP`yê di wextên komara herî girîng de kompleksa tenêtiya dûrî jiyana dewletê, siyasatê, cîvakê, aborî û çandê gav diavêjin. Jixwe ew kesên ku hişmendiya demokrasiyê tunebin ew kes temsîlkarê îslamiyetê ne. Ji ber vê ye ku hêj xwediyê hişmendiya sedsalên berê ne. Ev polîtîkayên sedsalên borî ne dema ku îktîdar digirtin êdî bernedidan. Heta ku hêzek din îktîdar girt wisa berdewam dikir. Îktîdara AKP`yê di bin bandora tenêtiya komarê dikişlne û naxwaze ji îktîdarê bikeve. Hişmendiya wan a demokrasiyê tuneye. Lewma bi dijminên demokrasiyê û ên Kurdan re îtîfaka xwe xurtir dike. Ji lewre ye hemû dek û dolabên ku dûrî aqilan e diceribîne.
AKP hêzên ku li dijî demokrasî û Kurdanin, bi wan re îtîfak dikin. Bi rastî Rêber Apo ji bo ku AKP bikeve rêya demokrasiyê fersendek dabûyê. Xwestibû ku agirbestê îlan bike û çareseriyên maqul pêşniyarî AKP`yê bike û wan ber bi demokrasiyê bibe. Lê belê AKP ji bo berjewend û îktîdara xwe nexwast ku rêya demokrasiyê bigre ji ber ku hemû hêza dewlêtê di bin destê wan de ye. Bi vî awayî jî rêya dijmintiya Kurdan û demokrasiyê ji xwe re vekirin. Piştî encama îtîfaka ku li dijî Kurdan û demokrasiyê bi hemû hêzên xwe pergaleke tundê avakirin.
Îktîdara AKP`ê wisa bûne aktorên pergala faşîzmê gelek faşîstên AKP î ên di nav de ne ji ber van polîtîkayan xwe bi dûr xistin. Ji ber ku ev polîtîkayên ku hatine li derxistin dijî polîtîkayên hebûna AKP yê ne û hemû nirxên bingehîn bin pê dike û xwe li nasnameyeke din digire hat dîtin. Ew kesan jî ditirsin ku polîtîkaya siyasî a îslamê biguhire marjinal îslê. Çawa ku DAÎŞ’ê bandoreke mezin li ser baweriya îslamê kir, AKP jî di heman rêyê de li Tirkiyê polîtîkayeke wisa didomîne. Bertekên Ahmet Davutoglu ji ber van yekan e.
Tayîp Erdogan bi hevkarên xwe re naxwazin ku îktîdarê berdin. Şaşiyên ku qet neyên rastkirin hat kirin û îktîdara xwe dixwazin heta dawî berdewam bikin. Ji ber vê ye tenêtiya sedsalan di qesra xwe ya hezar derî de dikişîne. Tayyîp Erdogan û AKP piştî 2005’an şûnde vegeriyan. Dihat gotin ku dê hesap ji buyerên Şemdînliyê bikira lê Erdogan û AKP bi dişminên xwe re îtîfak kirin. Mînaka van bûyeran ya herî baş jî komkujiya Roboskiyê ye. Talîmatên ku hatin dayîn û ew leşkerên ku Roboskî bombebaran kirin diparêze û ji raya giştî vedişêrin. Piştî wan rojan dijminahiya Akp yê a ku li ser kurdan e zelaltir bû. Êdî ne mumkune ku vegere. Hilbijartina Stembolê ji ber van buyeran hat betalkirin. Ji ber ku naxwazin hêza îktîdarê ji destê xwe bikin. Wekî heman dîktatorên dê heta dawî şerê îktîdara xwe bike. Lê hêzên demokrasiyê dikarin diktatoriya îktîdara faşîst bixe. Hilbijartina Stembolê ji bo ku îktîdara AKP yê bikeve divê baş xwedî li dengan derkevin. Ev tişt tenê bi vîneke berxwedêr û sekneke baş dibe.
Hilbijartina Stembolê û deruniya qaydeyên şer niha li gladyatorên qesra Enqereyê bi ser şerê taybet sekinîne. Difikirin ku bi kîjan dek û dolapan û bi kîjan deruniyên şer dê gel were betilîn û hêza li hemberê xwe çawa têk bibe. Di demên nêz ên borî de li ser hilbijartina Stembolê raya giştî bi awayekî ecêp dilîzin. Ji ber van yekan e. Li tu derekî cîhanê nehatiye dîtin ku li ser hilbijartinan deruniya şer hatiye bikar anîn. Divê hêzên demokratîk ewiltirîn wê bandorê bi ser xwe de bi de rakirin. Heke ev deruniyên şer ên polîtîk derkevin vala îtîfaka AKP û MHP yê bi teqez di sindoqan de têk biçe. Ji ber ku niha li hemberî kurdan û hêzên demokrasiyê hêzeke ku naxwaze dev ji îktîdarê ber de heye ye.
Kurd û hêzên demokrasiyê li hemberî faşîzma AKP û MHP yê berxwe didin. Ji bo ku îktîdara faşîzmê têk biçe. Nêzîkatiya CHP yê bandor li hêzên demokrasiyê û li Kurdan nake. Lewma dixwazin ki bi ser CHP de Kurdan û hêzên demokrasiyê ji qadan dûr bixin.
Yê ku li ser îktîdarê ye li hemberî Kurdan û hêzên demokrasiyê stratejî û şerên qirêj didomînin AKP û MHP ye. Niha polîtîkaya dewletê yê ku hatiye hînbûyîn tuneye. Bi rastî polîtîkaya dewletê yê ku hatiye hînbûyîn bêtir ber bi nebaşiyeke xirab ve dibin. AKP û MHP yê polîtîkaya dewletê bêtir ji bo Kurda û hêzên demokrasiyê zextir kiriye. Ji ber ku niha netewperestî ber bi îslamiyî ve birine û dijî Kurda dixwazin nijadkujeriyê li derxînin. Di demên borî de tenê dewletê dixwest ku li ser Kurdan nijadkujeriyê bikin lê niha dixwazin vê bandorê li ser cîvakê bikin û vê pergala hişmendiyê li ser wan jî bide kirin. Ji ber ku polîtîkaya nijadkujerê tenê bi hêza dewletê hatiye kirin ku pêk nehatiye. AKP niha jî dixwaze vê cîvaka îslamî jî tevli vê nijadkujeriyê bike û bigihîjîne dawiyê. Lewma tevgerên Kurdan û hêzên demokrasiyê niha CHP na Akp û Mhp bi wan polîtîkayên xwe ên şer diyar dike. Ev jî di 23 yê Hezîranê de divê bibe têkçûyîna îtîfaka AKP û MHP yê.
Mustafa KARASU
Yenî Ozgûr Polîtika