PARÎS – Ciwanên Kurdistanê ji bo êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hevkartiya PDK’ê li ser Başurê Kurdistanê protesto bikin li nûnertiya Hukumeta Başûrê Kurdistanê ya Parîs’ê çalakiyek li dar xistin.
Di çalakiya bêîteatiya sîvîl de ciwanan bi dîmenê êrîşên Dewleta Tirk a dagirker û windahiyên sîvîlan rakirin. Di esnaya çalakiyê de kesê ku li Nûnertiyê de disekiniyê re hevdîtinek pêk anîn û berteka xwe nîşan dan.
Piştê hevdîtinê ciwanên Kurdistanê li dijî bêdengiya PDK’ê dirûşma “Bimre Îxanet” berz kirin û dawî dan çalakiya xwe.