DUHOK- Di demekê ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Xakurkê’ya ku li ser sînora Herêma Fedaral ê Bakurê Kurdistanê’ye, gelên herêmê li dijî xetereyên ku bi komkirina pêşemergeyên PDK’ê û bi dewleta Tirk tevgerandina wan û “Şerê Birakujî” derxistinê bertekên xwe nişan didin. Hate ragihandin ku di demekî ku balafirên şerê F-16’ê başurê Kurdistanê bomberdiman dike, sîvîlan birîndar dikin, bi sedan arazi û bax û bostana gel tê şewitandin û gelek ajal hatiye telefkirin.
Li ser berteka gel PDK vê carê li herêma Bradostê bi rêveberîya xawe yê navçe û bajaran ve destbi İknakirina gel kirine. Din av wan de Elî Ewnî’ya ku berpirsiyarê PDK a Herêma Soran Qada 10’min e, Mûdurê Asayîşa Başaroka Sîdêkan’ê, Şêx Husên a ku qaşo li ser navê dewleta Tirk û leşkerên wî di nav gel de kare “Têkililyan Pêşxistin” dike, li avahiya PDK’ê ya Sîdekanê civînek ji gel re li darxistin.
Mikurhatina ku Pêşmerge sevqê herêmê kirine
Welatiyên ku beşdarî civînê bûn û li dijî rêveberiyên PDK’ê bertek nîşan dan diyarkirin ku, ketine nav hewldana ku ji gotina “Hûn dixwazin Şerê Birakujî Derkeve” me paqij bikin. Heman welatiyan, mîsger kirin k udi civînê de hatiye ziman ku pêşmerge sevqê herêmê kirine. Û gotine ku qaşo ev pêşmergeyên hatine sewqkirin tenê ji bo Xakurkê’ye û ji bo ku Dewleta Tirk zêde pêş de neçe vê kirine û mikurhatine ku bi dewleta Tirk re hevkartî dikin.
Hate agahdarkirin ku kesê bi navê Şêx Husên’ê ku bi Elî Ewnî re beşdarê civînê bûye wekî kul i ser navê dewleta Tirk diaxive û berdevkê wan e tevdiger e, propagandaya ku bi dewleta Tirk re navberê gelê herêmê baş bibe kiriye.