ŞIRNEX – Agirê ku bi herêma Bestayê ketibû hat vemirandin lê agirê li herêma Çiyayê Cûdiyê hîn didome.
Do ji ber sedemek nediyar agir bi Çiyayê Cûdî û Herêma Bestayê yên Şirnexê ket. Hat hînbûn ku agirê li Bestayê ji aliyê ekîbên agir ê daristanê ve hatiye vemirandin û agir li Gundên Şax û Hisarê belav bûye.
Hat hînbûn ku bi hinceta “ewlehiyê” ekîban diyar kirine ku ew nikarin mudaxaleyî agir bikin.