AMED – Meclîsên Ciwanan û Ciwanên Jin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê, derbarê endamên xwe yên li Heskîfê rastî mudaxileya polîsan hatin, hatin binçavkirin û derp kirin de, li ber avahiya partiya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlementer Salîha Aydenîz, Dersim Dag, Omer Ocalan, Mûrat Sarisaç, rêveberên HDP’a bajêr û endamên meclîsên ciwanan beşdarî daxuyaniyê bûn.
‘500 KESAN MUDAXILE KIRIN’
Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Omer Almaç, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di 12’ê Hezîranê de me xwest em bi rêveberiyên Êlih û Amedê re ji bo Heskîfê banga hestiyarê bikin. Îro dixwazin Heskîfê bi Bendava Ilisû re dibin avê de bihêliln. Ji bo ku em xwedî mîrasê çand û dîroka Heskîfê derbikevin, me xwest em daxuyaniyekê bidin. Lê 500 kesan bi tundî mudaxileyê me kirin. 30 ciwanên endamên meclîsa me, rêveberiyên Amed û Êlihê rastî êrîşên faşîzan hatin. Berî ku daxuyanî bê destpêkirin, bi awayekê hovane êrîşî me kirin. Hemû hevalên me ji guleyên plastîk, gaza îsotê û copên polîsan bi bandor bûn.”
DÊ SERLÊDANA SÛC BIKIN
Almaç, da zanîn ku ewê derbarê polîsan de serlêdana sûc bikin û wiha got: “Ev êrîş dê tu carî em têk nebin. Berevajî em hîn zêdetir bi hêz dibin.”
‘AZAD BIN’
Almaç, da zanîn ku çi dibe bila bibe, ewê li her derê, li dijî îşkence û hişmendiya dijminantiya xwezayê derbikevin. Almaç, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em bang li hemû derdorên demokratîk dikin ku bi şîara “Ne bindest bin, azad bin” xwedî li Heskîfê, derbikin.
Daxuyaniya çepemeniyê bi berzkirina dirûşmeyên “Zext dê me têk nebin” û “Bi berxwedanê emê qezenc bikin” bi dawî bû.