AMED – Endamên Meclîsên Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî bin avakirina navçeya Heskîfê ya dîrokî di 12’ê Hezîranê de çûn Êlihê û xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê. Lê polîsan bi awayekê tund mudaxileyî ciwanan kirin û 33 ciwan binçav kirin.
Ciwan hatin binçavkirin, heya nexweşxanê û Midoriyeta polîsan rastî lêdan û îşkenceya polîsan hatin. Ciwanên piştî îfade dan û hatin berdan, îşkenceya polîsan vegotin.
500 POLÎSÊN DAGİRKER ÊN TİRK ÊRÎŞÎ 35 CIWANAN KIRIN
Berfîn Can a polîsan mil û pişta wê bi copan derb kir, bi van gotinan tiştên jiyan vegot: “Weke artêşekê polîs hatibûn. 500 polîsan êrîşê em 35 ciwanan kirin. Bi copan, guleyên plastîk û mertalan li me xistin. Dema em ketin avahiya navçeyê jî, pencereyên avahiyê şikandin û guleyên plastîkê li me reşandin. Di dema êrîşê de polîsan digotin ‘derkevin derve, nexwe emê we bi xeniqînin.’ Dema em hatin binçavkirin em li maşîneyan siwar kirin. Di maşîneyê de jî, îşkence li me kirin. Ji bo rapora tenduristiyê em birin nexweşxanê. Lê bijîşik anîn nava maşîneyê. Me ev pêkanîn qebûl nekir. Piştî nexweşxanê em birin qereqolê. Polîsan di maşîneyê de îşkence û heqaretên xwe dewam kirin.”
‘JI ZINDÎBÛNA CIWANAN DITIRSIN’
Can, da zanîn ku tim rastî zextên wiha tên û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ciwanên ku li dijî sîxortî, fihûş, komkujiya xwezayê, tiryak û tundiya jinan derdikevin tim rastî êrîşên wiha tên. Her ku dewlet têkoşîna ciwanan dibîne, hîn hişktir êrîş dike. Ji hêz û zindîbûna ciwanan ditirsin. Ji ber ku dixwazin ên ku jiyanek azad ava bikin, ciwanin. Ciwanan heya niha li hemberî tu êrîş û zextan gav paşve neavêtin û dê ji vir û şûn de paşve gavê ne avêjin. Ciwan dê tim li dijî hemû polîtîkayên zirarê didin civakê têbikoşin û serî rakirin. Ji ber vê yekê tu zext dê nekarin ciwanan teslîm bigirin.”
ŞOPA COPÊ DI SERÊ WÎ DE DERKET
Nûrûllah Ozgun ê polîsan bi copan li serê wî xistin û şopa copê di serê de derket jî, anî ziman ku daxuyanî dayîna çepemeniyê mafê wan ê herî xwezayî ye û wiha bilêv kir: “Li dijî van polîtîkayên tirsê sekna me zelale. Em ê Heskîfê teslîmê hişmendiya betonbûyî ya faşîzmê nekin. Bi sedan polîs û leşker li derdora avahiya navçeya me kom kirin û hewl dan daxuyaniya me asteng bikin. Dema me xwest em daxuyanî bidin, ji nêz de gaza îsotê û guleyên plastîkê li me reşandin.”
‘XWESTIN ME BIKUJÎN’
Ozgun, da zanîn ku di dema mudaxileyê de polîsan xwestin me bikujijn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Emê teslîmî van êrîş û mudaxileyan nebin û gav paşve ne avêjin. Li dijî van polîtîkayên tirsê sekna me zelale. Têkoşîna me ya li Heskîfê dê dewam bike. Emê hişmendiya faşîzmê di axa berfireh a Heskîfê de bin ax bikin.”
Ciwanên HDP’ê duh daxuyanî dabûn û gotin dê derbarê îşkenceya polîsan de, li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) serlêdana sûc bikin.