MÛNÎH – Li gorî agahiyan Şiyar Xelîl îro (înê) rakirin Navenda Dil a Elman a li Mûnîhê. Hate gotin ji ber rîtma dilê Xelîl xirab e tê tedawîkirin. Têkilî rewşa tenduristiya Xelîl agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.
Xelîl, li gel sê aktivistên Kurd li Elmanya ketibû greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger. Xelîl ku 121 rojî di greva birçîbûnê de mabû, bi peyama Ocalan re 26’ê Gulanê li gel hemû berxwedêrên greva birçîbûnê dawî li çalakiya xwe anîbû.