QENDÎL- Ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bo pêşî li dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê bigirin, berê xwe dan Qendîlê. Piştî ku ciwan gihiştin Binarê Qendîlê di saet 16:30’an de ciwanan bi daxuyaniyek ya çapemeniyê çalakiya xwe ya Mertalên Zindî dan destpêkirin. Daxuyaniya li ser navê ciwanan ji aliyê Eyhem Başûr ve hat xwendin.
Di daxuyaniya ciwanan de ev tişt hatin gotin;
“Êrîşên dagirkeriyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê di domin, li aliyek dewleta Tirk a faşîst leşkerên xwe di veguhêze ser xaka Başûr, li aliyê din jî xerakirina demografiya Kerkûk û navçeyên ji Herêma Kurdistanê qutbuyî bûyî metirsiyek mezine li ser destkeftên gelê Kurd li vî beşê welat. Ev metirsî ne tenê liser navçeyên qutbûyî ye, di heman demê de metirsiye li ser tevayî xaka Kurdistanê. Divê haya gelê Kurd ji vê metirsiyê hebe. Dewleta Tirk jî hewildide xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike.
Em wek jinên ciwanên têkoşer û ciwanên welatparêz, dibêjin ku tenê rêya lihember derketina dewleta Tirk ewe ku gelê Kurd bi taybetî jî ciwan li dijî dagirkeriyê serî hildin. Divê em waneyek wisan bidin Tirkiye ku êdî ew ji bîr nekin.
Em îro li Binarê Qendîlê wek Mertalên Zindî yekem pêngav ji bo parastina herêma Biradost , xaka Başûrê Kurdistan û deskeftên netewa Kurd di avêjin. Em bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin beşdarî çalakiya Mertalên Zindî ya li Qendîlê bibin.”