NAVENDA NÛÇEYAN
Kasim Engîn
Pêşdestiya navneteweyî “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Li Kurdistanê Aşitî”, xebatên ku di bin navê Gotûbêjên Ronîbûna Jiyana Azad de kirine wek pirtûk li weşangeha Aramê weşandin. Di xebata pirtûkê de jî di derbarê fikrên Rêber APO de nivîsên gelek antî-kapîtalîst, anarşîst, sosyalîst, femînîst û lêkolînvanên navdar hene.
Beriya behsa hinek beşên ku di nava vê pirtûkê de derbas dibin bikim, vê bêjim; ev, xebatekê divê teqez were xwendinê ye. Yên ku nivîsandine, bi giranî kesên ku li “derveyî“ me ne. Dema ku em dibêjin li “derveyî“ me ne, em bêjin kesên ku li derveyî Rojhilata Navînê ne hîn baştir were fêhmkirin. Nivîskar her çiqas li derveyî Rojhilata Navînê bijîn jî, yên ku divê vê pirtûkê bixwînin jî di esasa xwe de kesên ku ji Rojhilata Navînê ne. Bi teybetî jî Kurdistaniyan. Sedema vê jî ew e ku, di pirtûkê de nêrînên Rêber APO hatine nirxandin. Di serî de mijarên nêrînên Rêber APO bandorek çawa li cîhanê dike, olana berxwedan û raperînên gel a li hemberî zilm û zordariyan çi ye, li hemberî pêkhateyên dewletî û desthilatdariyê lêgerînên çareseriyê ya bêdewletiyê û sekna antî-kapîtalîst jî tê de hatine nirxandin.
Di pirtûkê de nivîsa ewil yê Profesorê Civaknasiyê ya Zanîngeha Xweser a Pueblayê ya Meksîkayê (BUAP) û di ser doktrîna Marksîst, Tevgera Zapatîsta û şêweyên nû ya têkoşîna antî-kapîtalîst de xwediyê gelek nivîsan John Hollowayê ye. Nivîs her çiqas kurt jî bibe naveroka wê têr û têjî ye.
Holloway; “Tehlûkeya xwedîbûna sekneke siyasî hişkbûyîn e, welê ku ji sekn pê ve tiştek nikarî bifikirî.
Behîta Abdullah Ocalan, her çiqas rêber jî bibe, fikrên xwe di berçavan re derbas dike û wê vediguerîne, li ser wateya şoreş û îxtîmala şoreşê dîsa û dîsa difikire û di vê pêvajoyê de ji bo ku bi wî re bimeşin ewqas mirovan dikare qanî bike ye.”
Di xwezaya mirovan de dogmatîzm û israrkirin pir zêde ye. Bi ser de heke ev, fikrên hatine fêrbûn û şêweya jiyanê jî bibe di xwe de israrkirin hîn pirtir dibe.
PKK, wek rêxistinek rizgariya netewekê derketiye holê û li Rojhilata Navînê xwediyê têkoşîna herî dijwar bûye. Armanca vê tevgerê avakirina Dewleta Kurdistan bû. Lêbelê bi demê re cewhera dewlet û desthilatdariyê hîn baştir hate fêhmkirin û Rêber APO jî gav bi gav ji dewletê û desthilatdariyê qut bû û di salên 2000an de jî paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a bi hişmendiya Netewa Demokrat esas girt. Li hemberî Netew-Dewletan bi Xweseriya Demokratîk re ku her gel, her reng û her bawerî tê de dikare xwe bîne ziman, alternatîfek ava kir. Nîşan da ku bi projeya Netewa Demokratîk û antî-kapîtalîst ve tu gel bi nijadperestiyê û oldariyê nayên xapandin.
John Holloway, fikra xwe wisa tîne ziman; “Di şeva her ku diçe tarîtir dibe de, pêwîstiya me ya di ezmana tarî de teqînên ronahiyê heye. Tevgera Kurd, ji ber wê ji bo me ewqas girîng e. Bersiva me piştdayîn e; lêbelê ji wê yê hîn bêtir jî îfade dike. Bersiva ku ji birçînî, tînî û bêrîkirinê tê. Tevgera Kurd û Zapatîsta ji me re dilşahiyê didin, ji ber ku em tiştekî wisa digerin; pêwîstîya me li ronahiya ku ezman ronî dike heye, pêwîstiya me li ronahiya hêviyê heye“.
Wê bidome….