BEHDÎNAN- Li gor agahiyên herêmî hate ragihandin, dagirkirina dewleta Tirk a dagirker li Xakurkê bê encam dimîne. Lê dewleta Tirk ji ber ku li herêmê bê çare maye bi F-16’an ve qad bomberdiman dike û herêm bi giştî dane ber agir.
Artêşa Tirk a dagirker dixwaze bikeve Lêlîkan, Çiyayê Şekîf û Girê Şehîd Derwêş. Her wiha ji ber bêncamtiya operasyonê artêşa Tirk ev deran daye ber agir. Di heman demê de dixwaze ku bi wan şewatan ve çalakiyên gerillayên HPG û YJA- STAR’ê asteng bike.