“Belê lênûsa min a delal, dixwazim bi xwe dana naskirinê ve destpê bikim, hest û nêrînên xwe bi rûpelên te re parve bikim… Ez bi eslê xwe ji Mardînê me, di sala 91’an de tevlî nava refên gerîla bûm. Salên min ên gelek dirêj di nava şerên dijwar de derbas bûn. Dikarim bêjim ku ez di nava vê jiyanê de mezin bûm. Min li serê van çiyan jiyana ku amade me canê xwe fedayê bikim, nas kir.
Min gelek rêhevalên hêja nas kirin. Rojên me yên xweş û yên bi êş bi hev re derbas bûn. Bi hêza ku min ji wan digirt, dibûm xwedî zanist, vîn û bawerî.
Di nava partiyê de her demî di eniyên herî pêş de bûm. Bêguman bi azwerî û kelecaneke mezin min berê xwe dida van eniyên pîroz. Ji bo ku em berê xwe bidin van eniyên pêş, divê em rêyên gelek dirêj bidin berçav û gelek çiya, deşt û newalan derbas bikin. Piştî meşek dirêj û herikîna xuhdana eniyan, piştî westandinên ku qirika me zuha dike navber dayîn û li dîmenên welatê rojê meyzandin, li dengê çûkan guhdar kirin, hestên azadiyê di min de ava dike. Em di van meşên dirêj de fêrî tama jiyanê bûn. Me bi xuhdan rijandinê re têkoşîna jiyana azad nas kir, wate dayê. Van rêwîtiyan biryardariya min xurtir kir, zindîbûn bi min da qezenc kirin. baweriyeke pir mezin bi min da qezenc kirin. Hişt ku bi vîn û hêzeke mezin, bi wêrekî serî rakim û li dijî her awayî paşverûtiyan bisekinim.
Di van çiyan de qadên Botan û Zagrosê ez fêrî rastiya jiyan û tekoşînê kirim. Ji xwe Zagros bi asîbûna xwe, Botan jî bi berxwedaniya xwe ve tê nasîn. Ez jî dixwazim taybetmendiyên van qadan di xwe de ava bikim. dixwazim wek Zagros asê û wek Botanê berxwedêr bim. Ji ber baş dizanim ku ev sekne ya ku wê min bibe berbi azadiyê.
Min pir caran rastiya dijmin di van herdû qadan de ji nêz ve nas kir. Dema min rastiya dijmin ji nêz de nas kir, hêrsa min a tekoşîn pêş de birinê û tolgirtinê xurtir bû. Li kêleka min gelek rêhevalên min şehîd ketin e. Divê ez tola van hevalên xwe rakim. Divê xwîna wan li erdê nemîne. Dibe ku rastiya dijmin, rastiya şer pir bê emane. Lê vê rastiyê ti carî di min de gav paşde avêtin pêş nexistiye, dijberî wê idîa min a serkeftinê û baweriya min a bi jiyana azad a ku bedelên pir giran dixwaze xurtir kiriye.
Vaye niha fermandara yekîneyekê me. Bêgûman berpirsyariyek girane. Ji ber fermandarek divê bizanibe çawa pêşengiyê ji şervanên xwe re bike. Ez jî hewl didim bi van rêhevalên ciwan re rojên tije hez kirin, kêfxweşî û serkeftin jiyan bikim. Gelek ji van hevalan nûnin, heta hinek ji wan di sala ku ez tevlê bûme çavên xwe li cîhanê vekirine. Vaye niha jî em bi hev re, di heman çeperan de tekoşîn didin meşandin. Divê ez van hevalan baş biparêzim û rastiya jiyanê bi wan bidim nasîn. Jiyana me ya gerîlatiyê ruh û moral dide min. Ji ber ku ji jiyanê pir hez dikim, ezê ti carî gav paşde neavêjim. Ezê her tekoşîna afrandina jiyana azad bidim. Ji xwe ji van çiyan ewqasî hez dikim ku her tim bi hestên şervaneke nû ya ku cara yekê çiyayên Kurdistanê dibîne, dinêrim…
Ez ji gelê xwe pir hez dikim. Li ku derê dibe bila bibe, ango li kîjan parçê Kurdistanê dibe bila bibe, ez amade me canê xwe fedayê vî gelê bikim. Ji ber ku gelê me di oxira hebûn, çand, ziman û axa xwe de bi hezaran keç û xortên xwe spart vê axê. Ez jî weke keçek vî gelî, ezê her li ser şopa van qehremanan bimeşim û li pey doza gelê xwe bim. Ez ji vê pir bawerim ku em û gel yek bedenin û bê hevdû nikarin jiyan bikin. Em şervanên vî gelî ne.
Dixwazim vê jî bi te re parve bikim lênûsa min, ez bi hêviya ku emê rojekê bajarê Star ava bikin ve dijîm. Ji xwe xeyalê min ew e ku piştî Kurdistan azad bibe emê bajarê Star, ango bajarê jinan ava bikin. Ezê di vî bajarî de fermandareke leşkerî bim. Ji ber ku divê ev bajar ji her awayî êrîşan bê parastin. Erka min jî wek min got, fermandareke leşkerî ya ku tevahî jinan diparêze ye. yanî dixwazim bêjim ku ezê ti carî ji çiya qut nebim. Ezê bibim berpirsyara çekên giran ên parastina bajarê star ê ku Rêber APO ji bo me pêşniyar kiriye. Divê em ji her kesî re bêjin ku ev qad qada jinan e, ji ber wê emê jin bi xwe vê qada xwe biparêzin.
Qêrîna ku mizgînî dide mirovan…
Qêrînek deng vedida li çiya û newalan. Ev qêrîn dengê bayê azadiyê ye. Ev qêrîn melodiya strana ku dixwest jiyanê bi me bide nas kirin. Ev qêrîn gotinên herî xweş ên ku di çîrokan de derbas dibûn, ji me re vedigot. Ev qêrîn çîçekeke bê hempa ya ku di biharan de şîn dibe ye.
Dibe ku ev qêrîn ji bo jinûve zayîna mirovahiya ku tovê wê bi hezaran salan bi axê re bûye yek be. Dibe ku qêrîna pêlên deryayên asî, yên ku coşbûna xwe pênase dike ye. Qêrîna şiyarbûna mirovahiyê ye. Dema quhdar dikim vê qêrînê, bi xêz kirina wêneyeke ku jiyanê pênase dike re, hewl didim fêm bikim ka çi dibêje. Her bilind dibe ev qêrîn, dighe tevahî cîhanê.
Tu bûyî çemekî ku bêdawîbûnê pênase dike, bûyî çiyayê ku azadiyê di dilê xwe de dihewîne. Ji bo ku jiyanê baştir fêr bikî tu bûyî roj. Bi qêrîna xwe te di çiyayan de bi hezaran tov çand.
Bi ruxmê firtoneyên tarî û sirûşteyên sar, tişta ku dikeve ser milê me, mîna çîçekên biharê şînbûyîn û jiyan kirine. Yekbûna bi çiyan re, encex bi hebûneke ku xweşikbûna wan temam dike ve mumkin be. Ma qey mirov dikare di nava papatiya, Nêrgiz û berfînan de wek kevirek bimîne?… Ma qey asîbûn û xweşikbûna çîçekên çiya di dilê mirovan de jî nayê ava kirin!… Ji ber wê ye ku em û çiya li hev tên.”