QENDÎL – Dewleta Tirk a dagirker êrîşê xwe yê li axa başurê Kurdistnê didomîne. Li gor agahiyên me ji herêmê girt balafirên artêşa Tirk a dagirker di seat 22:00 de qada herêmê Binarê Qendîlê li nêzê gundê Enzê bomberdiman kir.
Li herêmê hêj jî tevgera balafiran û keşfan didome, lê di derheqa êncama êrîşê de agahî nehat girtin.