SILÊMANİYÊ – Çalakvanên mertalên zindî bikar anîna cilên pêşmergeyan ji aliyê leşkerin Tirk ve şermezar kir. Îro li Binarê Qendîlê Çalakvanên mertalên zindî ku ev sê rojin çalakiya xwe li hember dewleta Tirk a dagirker berdewam dikin. Çalakvanan bi daxuyanekî nivîskî ev dagirkerî şermezar kirin. Bi kar anîna cilên pêşmergeyan yên ku leşkerên dewleta Tirk bi xwe dikin û dixwazin dagirkeriya xwe bi navê peşmergeyan rewa bikin. Ev dagirkerî ji aliyê mertalên zindî yên Binarê Qendîlê ve helwesta xwe raber kirin û ev hevkartîya bi dewleta Tirk re şermezar kirin. Hêjaye gotinê ye ku duh li hêrêma Biradost leșkerên Tirk bi cilên pêşmergeyan nokteyen kontrolê danîbûn u eskerên dewleta Tirk cilê peşmergeyan xwe kiribun.
Daxuyanîya çalakvanan wiha ye;
Divê daxuyaniyê de Agirîn Başur li ser navê çalakvanan axivî û wiha got; “Em wek Ciwanên Başur di 14 mehê de çalakîya mertalên zindî li Qendîlê dest pê kiriye em li dijî van êrîşên li ser axa Başur qebul nakin. Divê Tirkiyê sîyaseta ku bi kartine ew jî bi cilên pêşmergeyan êrîşê li ser Gerîllayan dike ew jî dide diyar kirin ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe bi kar tîne dixwaze di navbera kurdan de şerê birakujîyê pêş bixe. Ev cilên pêşmergeyan bi hezaran peşmerge kes pê şehîd bûne. Ev cilên peşmergeyan bi rêz û pîroz in. Em weke çalakger naxwazin peşmerge bibin hevkarê birakujîyê. Em vê yekê qebûl nakin PDK û YNK nokertiya xwe ji bo Tirk û Îran berdewam dike.