NAVENDA NÛÇEYAN
Di dîroka Komara Tirkiyeyê ya 100 salî de, rayedarek wek Erdogan wisa pir û vala diaxive îxtîmalek mezin nehatiye. Dîsa rayedarekî wek Erdogan li ser fersandan rûdinip polîtîka dimeşîne jî nehatibe.
Di esasê xwe de ji Osmaniyan vir ve Dewleta Tirk, bi saya li gel valahiyên dewletên herêmî her wiha nakokî û têkiliyên berjewendiyê yên dewletên herêmî xwe li ser piyan dihêle. Belesebep Çarî Rûsyayê negotibû “ zilamê nexweş li Bosphorusê“. Wê rojê vê rojê ye, hin caran nexweş, hin caran ketandî, hin caran di qomayê de û hin caran jî wek mirî ye lê bi bêhna çêbiwarê ve li ser piyan tê hiştin.
A niha jî kesê ku bi navê Erdogan jî, dîsa nakokî û têkiliyên berjewendiyê yên hêzên hegemonîk û serdest bi kar tîne û xwe li ser piyan digre. Nexwe di dîroka Tirkiyeyê de piştî Kenan Evren, kesê ku wisa pir û vala diaxive çawa xwe li ser piyan bihêle.
Pêşiya gotinan a Tirkan heye, dibêjin “ Pîpa vala, vala bişinge”. Lêbelê kesê zana û dilpak, xwe ji alayîşê dûr bihêle. Lê kesê ku ji van bêpar bibe jî ferzanetiyê bike; pir biaxive û bi gotinên vala derdorên xwe aciz bike. Bi ser de, kesayetên wisa li ser pota pot jî bişkînin. Kesên ku li guhên wan pistepista bikin tunebin jî, wê demê li holê bimînin.
Heke em baldar bibin, bibînin ku kesê bi navê Erdogan, heke prompter li hemberî wî tunebe çawa bi zimanekî lumpen vala diaxive û serî li herkesî diavêje.
Kesekî wisa li deverekê din ê cîhanê biba, ne pêkan e ku li ser piyan bisekine. Kesê bêmarîpişt, derewkar û dema ku dest bi siyasetê dikir hemû malên wî diyar û niha jî qesra bi hezar deriyê radikeve û bi gotinên xwe re dikeve nakokiyê, bi rastî jî pir zor e ku li ser piyan bimîne.
Tê zanîn ku bêmarîpiştî nexweşiyek e. Lêbelê ev ne nexweşiyek fizîkî ye. Di heyama me de ji nexweşiyên fizîkî re bi rêbazên cûr be cûr çare tê dîtin. Lê nexweşiya hîn xetertir yê siyasal e. Di zimanê siyasî de jê re oportunîzm tê gotin. Civak, oportunîzmê wek minafiqî û durûtî digre dest. Ev têgeh, têgeha ya Îslam e û watedar e. Ola Îslam, ji mîjarên ku civak pê eleqedar dike re binavkirinên hêja peyda kiriye. Ji van têgehan minafiqî di serî de tê. Bêbawerî, heram û durûtî her wiha têgehên Îslamî yên girîng in.
Exlaq, rêzikêk civakî ya civak ava dike ye. Heke bixwazin civakê bêparastin bihêlin, divê hûn pîvanên wê ya exlaqî xera bikin; hûn ê bibînin ku di demek ne dirêj de ew civak were hilweşandin. Di nava civakek fizihî de civak weke ku ji rê derketiye dikare her tiştê bike û pêwîstiyên mirovbûnê yên kêmtirîn jî bi cih neyîne. Bi kurtasî civakek bêexlaq, civakê ku têkçûyî ye.
Erdogan kesê ku pîvanên xwe yê exlaqî wendakiriyê ye. Biexlaqbûn bi xwe re dilsoziyê û dilpakiyê jî hewcedar dike. Lêbelê Erdogan, bi têgehên Îslamiyetê, minafiq e ango sextekar, durû ye ango ne dilsoz û dilpak, heramxwar e ango diz e û derewkar e ango ne ji dil e. Ji ber ku civakê jî weke xwe kiriye, di aliyê siyasî de jî lumpen e.
Heke em bala xwe bidin; Dema ku ev kesayet bibêje “Azadî“, pey re dibêje “ hûn nikarin her tiştê bikin“ û heke bibêje “demokrasî“ jî, ev demokrasî bi tenê ji bo wî û ji bo alîgirên wî ne. Bi teybetî jî ji bo mafên Kurdan ên bingehîn were xwestin jî ev dibe “terorîzm“. Bibêje “biratî“ lê ji pey re jî dibêje “ne ku zar û zêç kî/ê bibe bila bibe, hêzên me yê ewlehiyê tiştên pêwîst wê bikin û ew werin kuştin”. Behsa “Di Pevgihîna Aşitî û Şaristaniyê“ bike lê di cejna herî girîng ya Îslamî de li ser Kurdan bomba bibarîne.
Weke me gotî, kesayetek wisa, siyasetmedarekî wisa li deverên din ne pêkan e ku li ser piyan bimîne. Lê her çiqas wisa bibe jî ev 17 sal in desthilatdar e; him jî di Rojhilata Navînê ku her roj şerên girseyî tê meşandinê de. Lêbelê em dikarin bêjin ku bidawîbûna polîtîqayên ku li ser valahiyan tê meşandinê û siyaseta wek Zubukwarî û teng hatiye.
Weke me li jor jî gotî, êdî dawiya Erdoganê ku ji ber kesayeta wî ya bêmarîpişt wek kerpezeyek dikeve her rengê û bi dekûdolaban nêzîkî her bûyerê dibe, hatiye.
Xuyaye ku Erdoganî ku ev demek dirêj e ji aliyekî Dewleta Rûs, ji aliyekî jî Amerîka û NATOyê îdare dike, ketiye tengasiyê. Her ku bikeve tengasiyê jî zelal e ku hîn zêde wê biqîre û hîn zêde wek pîpa vala wê bişingîne. Lê ji vir pê ve wek berî nikare tiştên ku gotî veşêre û ji bîr bike.
Zor e ku em bêjin dawiya siyaseta ku ev 200 sal in li ser nakokî û valahiyan tên meşandin hatiye; ji ber ku yê herî baş em wek gelê Kurd dizanin ku têkiliyên berjewendiyê yên navnateweyî, têkiliyên derveyî exlaqî ne. Lêbelê dîsa jî siyasetmedarekî wek Erdogan ku li ser valahiyan polîtîqa dimeşîne û pir û vala diaxive, ne tenê bişingîne, her wiha ji şingînê zêdetir gêr jî bibe ( heke ku Erdogan di dawiya dawî de ji kîsikê kîvrojkek dernexîne ).
Kasim Engîn