BEHDÎNAN- Endamê Kordînasyona Komalên Ciwan Ozgûr Şerker di derheqa berxwedana grevên birçûbûnê, hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re ku piştê berxwedanê pêk hat, hevdîtin tê çi wateyê û xeta çalakiyên ciwanan di pêvajoya berxwedanê de ji Ajansa Nûçe Ciwan re nirxand.
Wekî hûn dizanin ku ji bo tecrîda li ser Brêz Ocalan greva birçîbûnê dest pê kir, piştî vê zivirî rojîya mirinê. Li gel vî yekî faşîzmê gavek paşve avêt û destûr dan ku Brêz Öcalan û parêzerên wî hev bibînin. Piştre bi saya grevên birçîbûnê ku bi daxuyaniya Birêz Ocalan ve hatibû bidawîkirin, hevdîtin hê jî didome. Ev gava ku faşîzmê paşve havêtîyî em dikarin girê bidin hilbijartina Stenbolê, an ev polîtîkayeke xapandinê ye gerek em binirxînin, an jî em dikarin bêjin ev pêvajoyek nû ye?
Niha ev pêvajo û bûyerên ku piştî wê qewimîn tê nirxandin. Li gel vî yekî di nava hemû derdorên siyasî de jî zêde tê nirxandin . Lewra zêde kûrkirin û zêde manîdar kirin jî pir girîng e. Vê pêvajoya serhildanê nîşan da ku, ev serhildan di şexsê PKKê de serhildan çawa çêdibe nîşanî tev cîhanê da. Yanî PKK’ê carek din bi serhildana xwe ve mînakeke girîng bû ji bo teva cîhanê. Hemû alîyan serkeftin pe serhildana pêk tê, serhildan çi avadike, serhildan qezencên çavan tîne eşkerekirin, li ser wan ya rastî tew cîhanê xwe dide eşkerekirin ku li gel vê hemû kesên re dibe îlham serhildaneki nimûne derdikeve holê.Vê cûreyê pêşiya pirsa ve gotiyî gerek em vê bibînin. Çawa hatin vê pêvajoyê? Ev pêvajoyê çi qewimî, ev pêvajo çawa derketin holê? Tenê ser serhildanê evan nû devleta hev dîtinê gavek avêt an jî ne avêt dixwaze çi bike li ser vê em rabin nîqaşan ev nahile meselê gelek bibînin. Ber hindê heya vê pêvajoyê ya hatî jîyan, serhildana pêşketî, hewldana ketîyî holê hemû tiştên pozîsyona diyarî çê bû.
Ve aliyê pêşiyê pêşnîyara zindanîyên greva birçîbûnê, li dûr e zivirî rojîya mirinê ya mezin, li gel vê belav bû Kurdistanê, belavbû Avrupayê, Avrupayê belavbû heya Kanadayê, livê derve Bakurê Kurdistanê û parçên din pêşketina çalakiyên girseyî. Dayikan pêşengiya wê çalakiyê kirine û ev bûye sembolek, berxwedana ve demê xirabkirina polîtîkayên faşîst roleke girîng lîst. Li hevpeyvîna gel Serokê me, li îro hevpeyvînin Serokême ye gel parêzvanan ya rastî vê îrade derxistiye holê. Vê îrade, îrada ve berxwedanê hemû kesî re, ji hevalan re jî, dujminan re jî PKK çiye, PKK çava berxwe dide, ev berxwedan çi ava dike derxist holê.
Em dikarin bibêjin Ciwanên Başurê Kurdistanê di vê pêvajoyê de rolê xwe leyîst? Di pêvajoya ji vir şunde tekoşîna xwe ya rêxistinî pêvîste çawa bimeşîne?
Şerker bi diyarkirina ku ciwan faktora herî esasî vê tekoşîna 40 salane ve wisa berdewam kir: “Dînamîka ku herî diyarde vê tekoşînê tekoşîna ciwnan e. Ciwan wekî her demê, di tevahî pêvajoyên me yê tekoşînê de, di tekoşîna 40 salan a PKK de faktöre herî esasî bû. Her tim xwe bi misyona pêşengtî pênase kir. Îro jî, di pêvajoya germ a tekoşînê de ciwan di vê mîsyonê de ne, pêvîstiya ku ciwan bikin ev in. Ji ber vê jî dewleta faşîst TC jî heman şêwazê, hemu nêzikatiyên xwe yên bingehîn de, mudaxaleyên xwe li ser ciwanan meşand. Hemu êrîşên xwe yên rêz bi rêz pêk dianî zemîna wî ciwan bûn.
Ev çwa hate kirin? Ev di pêvajoya 4.5 ya tekoşînê de derket holê. Di vê pêvajoyê de hewldan ciwan birêzînin, bêîrade bikin. Wisa pasif, bi tu şêwazê tekoşînê re ne girêdayî, di cihê xwe de rudine, li, hember pirsgirêkên civakî xemsar e, ji posîzyonek bi vî rengî re dev dan. Ji berk u pir baş dizaniyan, pêşiya tekoşîna ku ciwan pêşengtî bikin kes nikare bigire, kes nikare vê berxwedanê bitepsîne an jî bixe bin hakimiyeta xwe. Konsepta yekpare tasfiye kirin di vê zemînê hate pêkanîn. Li hember vê helwesta ciwanan, girtina dest li ser vê bingehê bû. Ya rastî li her derê pêşengtî kirin, di nav tekoşîna berxwedanê, çalaki û rêxistinkirinê de her di refa jor de cih girtin, hedefekê wê ya wisa hebû. Ev çiqas hatiye pêkanîn? Di astekî de pêşket. Di astekî de derbasî çalakiyê bû, di astekî de pêşiya girsebûnê hate vekirin, Lê mirov nikare bêje ku bi giştî vana bi cih aniye. Ji ber ku ger ciwan di pêvajoya 6 mehan ya pêngava “Tecrîdê bişkînin, faşîzmê biruxînin, Kurdistanê azad bikin” de ciwanên kurdistanê rola xwe baş bileyîstana, rast beşdarî pêvajoya tekoşînê bibûna, li gor misyona xwe tam tevbigeriya, berdin tecrîdê şikandinê, paröekirinê berdin aliyekî divê bû ku wê bi giştî faşîzm ji holê rabuya. Di vê milê de tekoşîn hêj berdewam dike. Bi Rêbertiya me re hevdîtin asta vê hinek îfade dike lê li gor tiştên tên jiyîn rewşekî hêj xetertir jî îfade dike.
Psîkoljiya hevdîtin çêdibe, li ser hevdîtinan rehetbûn, xweberdan, li ser van êdî em gihiştin armanca xwe, ji xeynî vê pêvîstî tuneye ku mirov tiştek bike ji bo Ciwanên kurdistanê wê bibe xefletekî. Ciwanên Kurdistanê ne tenê li Bakur, ji çar perçeyê Kurdistanê bigire heya Ewrûpa pêvîstbû di vê pêvajoyê de hêza herî çalak bibûya, di posîzyonek ku ji faşîzmê re kok bide pişkaftin bibuya.
Vê pêşerojê de bi rastî Berxwedana Girtîgehan û li derve meşandina berxwedana birçîbûnê û Berxwedana Dayikên bi rûmet , wan tiştan faktoran diyar dike . Ji xeynî vê berxwedana gerîlayan e . Bandor a wan pirin . Hekena cîwanî bi wateyan rola xwe neleyîstî ye? Ev cîhên ku faşîzma TC’ê pêk tê , çêbûnan cîwanî divê li her cîhê hemberî wan serhildanekî xurt pêk bihata . Lê mixabin cîwan têkoşîna berpirsyarî ya xwe pê neanîn . Ji bilî wê divê aliyek rast bigre û herkes hemû pêvajo ya xwe dubare ber çavên xwe derbas bike û herkes xwe lêpirsîn bike .
Baş e bila were bîra we, dema pêvajoya çareseriyê de Erdogan li her cîhê de bi hawaran peyv a Kurdistan bikar dianî. Piştê berxwedanan xweseriyê de li her cîhê de digotin Kurdistan li ku ye nîştimanêkî wisa tune ye, dest pê gotinên wisa kiribûn. Lê pêwîst kirinê Faşîzmê gava dihat bêhtirkirinê de a rastî hebûna Kurd’an û hebûna Kurdistanê , dubare devên wan de dihat çizirandin. Îro hilbijartin a Stenbolê gava hat rojevê Bînalî Yildirim li Amedê dîsa peyv a Kurdistanê bikar dianî û digotin kursên Kurd’an vê were vekirin ! Li vê rewşê de gelê Kurd li hemberî leyîstiyek çawa ye û bi taybetî li ser cîwanan ramyariyek çawa tê tetbîkirin ?
” Kurdistan ne bi Erdoxan ê faşîst û ne jî Bînalî Yildirim xulamokê Erdoxan re bi rastî nîn e .Kurdistan beriya kal û bavê wan jî yekem erdnîgariyek bû . Îro jî eqer têkoşîna PKK’ê li ser piyan be û berxwedide li hemberê faşîzmê wane ya têkoşînên xwe didin li cîhanê , jixwe ev peyam herî zêde pêwîst e ku ev mîrovana waneyekî li ber derxînin . Ji Amedê gotinên sala 2016’han de Erdoxan bixwe gotibû ” pirsgirêk a Kurd’an tune ye “. Aniha jî dubare li Amedê propaganda ya Kurdistan ê û nutq havîtina wan mixabin vala ye! Li Tirkiyê ev derkete holê , bê Kurd û bê PKK’ê ango ” Azadiya Têkoşîna Kurdistan ” nebe yekem pî nayê havîtin û ti encama ramyarî nayê hildan . Faşîzmê tişt nemaye ku nekiriye û ceribandina azîne tişt nemaye ku nekiriye û ramyariya derxistin-derveanîn (ihraç-ithal) tişt nemaye ku nekiriye. Lê dîsa jî her tiştên xwe derxistin holê , berxwedana di vê navberê de hatin gotinên helwestê . Meşa piratîk a têkoşîna Kurdistan eşkere ye , îrada Kurdistan ê eşkere ye , reng û nasname ya Kurdistan eşkere ye . Ev ên ku berxwedana piratîkê danîn li navberê de jixwe xwe îspat kirine . Yanî girêdayî pêşeroj a hilbijartinê nîn e . Piştê pêşeroja vê demê şûnda xisûsêkî zor cudatir di be ku were rojevê .!”
Wê Bidome…