AMED – Rêveberê Rêxistina DBP’yê Amedê Cemal Alkan, di serdegirtina malê de hat binçavkirin.
Rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) yê Amedê Cemal Alkan, di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Polîsan saet 03.00’yê şevê bi ser mala Alkan de girtin û deriyên mal û odeyan şikandin. Polîsan hinceta binçavkirinê aşkere nekirin û Alkan binçav kirin.
Hat diyar kirin ku polîsan Alkan birin Şaxa TEM’ê ya Amedê.