EFRÎN- Hêzên Rizgahriya Efrîn’ê(HRE) di derheqa çalakiyên xwe yên li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî de daxuyaniyek nivîskî weşand. HRE di daxuyaniya xwe de got li Efrîn û Ezaz’ê ji aliyê hêzên me ve 2 çalakiyên bibandor hatine li dar xistin.
Daxuyanî wiha ye:
Li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî li Efrîn û Ezaz’ê ji aliyê hêzên me ve 2 çalakiyên bibandor hatine li dar xistin.
Di 14’Ê Hezîranê de li navçeya Efrîn Şera li gundê Meryeman di çalakiya ku ji aliyê sekvanê me pêkhatî li dijî çeteyan de çeteyekî dagirker hate kuştin.
Di 16’ê Hezîranê de li herêma Ezaz’ê di gundê Kefer Xaşîr di çalakiya sekvanî ya hêzên me de çeteyekî dagirker hatiye kuştin.