ŞIRNEX –Li herêma Çiyayê Gabarê ya Hezexa Şirnexê, duh di navbera leşker-polîs û HPG’iyan ve pervçûnek rû dabû û ji ber vê pevçûnê agir bi daristanê ve ketibû. Gundiyan bi derfetên xwe agir tefandibû. Lê belê li nêzî Gundê Hadilê heman şewat dîsa rû daye.
Gundiyên bi derfetên xwe mudaxileyî şewatê dikin diyar kirin ku derfetên wan têr nakin û gotin tu saziyeke erkdar destek endaye wan. Li ser vê me xwe gihand rayedarên şaredariya Hezexê. Rayedaran diyar kir ku hayê wan ji şewatê tune ye lê belê ew ê îtfaiyeyê bişînin herêmê.