Beriya vê jî gelek milîtanên PKK tên girtin weke rêheval Sara, Mazlum Doxan, Mehmet Xeyrî Durmuş tên girtin. Di heman demê de gelek hevalên weke van hevalane tên girtin. Gelek kadroyên ku xwe xilas dikin jî xwe digihînin çiya. Biryar tê girtin ku derbasê Rojhilata Navîn dibin. Ango derbasê kampa Beka Vadîsî kampa Helwê tê kirin. Di nava vê grubê de nêzî 25 hevalên jin jî cihê xwe digrin. Bi taybetî jî hevalên ku êdî nikarin cihê xwe dinava karde bigrin, ewlehiya wan di xeteriyê de ye. Ji ber ku terora dewletê her diçe berfireh dibe û hartir dibe. Ango li ser gel jî gelek êrişên hov heye. Ji bo ku bikaribin karên xwe yên rêxistinê bi sexlem û baş bidin meşandin ew derfet çê nabe ji bo wê derbasê qada Rojhilata Navîn dibin û Kampa Helwê. Bi taybet ji bo rêxistin cardin vegerin welat li vir kadro hem perwerdeyên xwe yên birdozî dibînin hem jî perwerdeyên xwe yên leşkerî vir dibînin.
Bi taybetî jî di wê demê de aliyê leşkerî de ezmûnên xurt nîn bû. Ji bo wê jî hevalên me perwerdeyên xwe yên leşkerî ji milîtanên Filîstiniyan perwerdeyên xwe yên leşkerî dibînin. Her ku diçin ezmûnên hevalên me bi hêz dibin. Demek şûnde jî hevalên me gelek bi hêz dibin ji bo wê hevalên me pêwîstî nabînin êdî ji milîtanên Filîstîniyan perwerde bibînin. Êdî hevalên me xwe bi xwe perwerde dibînin. Di nava vê perwerdeyan de jî hevalên jîn yên ku derbasê wê kampê bûne ew jî cihê xwe digrin. Bi taybet weke asta taxim, manga xwe rêxistin bikin weke roja me ya îro de nîne lê ew 25 hevalên jin bi her awayî leşkerî, birdozî û perwerdeyên xwe yên xwemal dibînin û tevlê her tiştê jî dibin. Di Kampa Helwê de berpirsiyarê hevalên jin hevala Sayîme Aşkine. Ango bi xwe jî beriya tevlê bibe mamostetî kiriye. Ji bo fê kirinê, nîqaş û pêşxistina xwe û hevalan de hevalek xwedî bi hêze. Di aliyê birdozî û teorî de xwedî kûrbûyînek bi hêze jî. Civînên xwe yên xweser jî çê dikin. Bi taybetî jî berpirsiyarê hevalên jine carcarna jî persgirîkên xwe din ava xwe de weke cîns yê ku jiyanê de derdikevin, têkilî de nîqaş dikin û bi hevre çareser dikin.di heman demê de hêja di wê demê de heval li ser pirsgirêka têkoşîna jin nîqaş pêşdixin û li ser çareseriyê rêbazan pêşdixin. Bi taybetî jî nîqaşên perwerdeyên birdozî bi taybetî jî di Kurdistanê de di demê xwe de mîrasek çê ne bûye ava ne bûye, li Kurdistanê de rêxistinek di demê xwe de ava ne bûye em bêjin cara yekeme ku di şexsê PKK’ê de kadroyên xwe hene, perwerdeyên xwe hene bi derketina PKK’ê re evne çêdibin. Ezmûnên ku mirov destpêkî jê digre jî ne bi giştî ezmûnên rêxistinên navnetewî de derketine rêxistinên ên sosyalîst yên komînîst, rêxistinên şerê çekdarî didin meşandin, hêza wan yê gerîla hene, pirtûkên ku derheqê wan de derketine yên klasîk weke Sovyet tevlê bûnên milîtan, rol û erkê wan, çawa tevlêbûne, çawa xwe perwerde kirine û hwd. Romanên wan dixwînin li ser wan perwerde dibînin. Bêguman perwerde ji bo PKK’ê mijara herê bingehîne. Ji ber yên ku partiya bi hêz dike, rêxistin dike, pêşeroja wê ronî dike, pêşde dibe kadroye. Kadroyên ne rêxistin kiribe,ne perwerdekiribe û ne zanabe nikare bi rêxistinekê re pêşengî bike. Ê ku partî li ser linga di hêle kadro bi xwe ye. Kadro jî ne perwerde kiribe di aliyê birdozî de zanabûnek xwe nebe, di aliyê teorî û rêxistinê de xwe tijî neke, nû neke kesayetiya xwe de rêxistinbûnek ava neke ew partî zêde şansê xwe yê serkeftinê jî nîne. Serkeftina partiyê bi riya kadroyên perwerde kiride derbas dibe û bingehê xwe digre. Bi taybetî jî rastiya Kurd di kurdistanê de yên ku neyar li ser kesayeta Kurd daye ava kirin PKK’ê di wir de guhertinek û gavek cidî avêt. Ji bo di kesayetiya kurd de guhertinek ava bike gelek kedên bin nirx hatin avetin. Ji ber di rastiya Kurd de yê xwe bûyîn, bi vîna xwe tevgerandin, bi fikrê xwe yê azad tevbigere, ji bo xwe tevbigere çê ne bûye di Kurdistanê de. Bi taybetî jî kesayetekî ku herê zêde hizmetê neyarê xwe dike hatiye ava kirin. Kere, lale ne bi îradeya xwe ye. Ji bo vê jî bi taybet, rêxistina me PKK wê çawa ji mirovekê bi kole mirovekê azad bi afirîne, veguherîne, yên ku ne yên xwe ne bi riya perwerdeyên birdozî wê çawa kesayetên Kurd yên azad bi afirînin perwerde din ava PKK’ê de xebatek stratejîke her tim weke xebatek stratejîk jî hatiye dest girtin. Tevahî deran de jî her tim ji bo perwerde derfetên ku mirov xwe pêş bêxe ava kiriye. Bi hezaran kadroyên xwe jî di van cihan de derbas kiriye. Kampa Helwê jî ev xebat di gihije astekê gelek bi hêz. Di encamê vê de jî ji bo kadro têkoşînê pêşbêxin derbasbûna wan yê gada çiya û Kurdistanê tê çêkirin.
Cara yekem akademî bi awayekî fermî piştî sala 1986 dest pêkir. Beriya wê di Beka de ew zemînê perwerdê hebûn lê navê akademî ne bû. Wek kampa Helwê dihat nas kirin û li wir jî milîtanên PKK’ê perwerdeyên xwe yên birdozî û leşkerî di meşînin dihat nas kirin. Piştê şahadetê heval Egîd sala 1986’an di Kongreya PKK’ê a 3. de biryarê akademîbûyînê tê girtin. Êdî ew cihê ku heval tê de perwerdeyên xwe û xebatên xwe didan meşandin êdî bi navê Mahsum Korkmaz tê binavkirin. Hem perwerdeyê birdozî hem jî perwerdeyên leşkerî her du jî li wir di asta jor de dihat meşandin. Ne tenê li ser fêkirina çêk bû perwerdeyekê bi giştî dihat dest girtin. Li ser taxtîkên şer, şêwazê şer, ti taxtîkde nû bûyîn û xwûlikarî di wê astê de perwerde dihat dîtin.
Di akademiya Mahsum Kormaz de jî hevalên jin beştarê her tiştê dibûn. Di heman demê de li wir weke pergala kaxuş hebû. Du kaxuşên hevalên jin hebûn. Di her du kaxuşan de jî hêjmarek mezin heval cihê xwe digirtin. Heya salê 90’i jî nêzî pêncî, şest heval cihê xwe digirtin. Salên 80’î yan de hêjmar hên kêmtire. Lê çiqasî têkoşîna me mezin bû, xwe di aliyê girse de mezin kir tevlêbûn jî zêde bûn. Salên 90-91 hevalên jin 100 bi awayekî çalak cihê xwe di akademiyê de digrin. Di Kongreya III.de biryar hate girtin ku ji bo rêxistinkirina kar û xebatên jin, di warê civakî, birdozî û siyasî de rêxistinek were avakirin. Sala 1987 li Awropa ev pêngav hate avetin. Bi navê yekitiya jinên welatparêzên Kurdistan tê avakirin. Bi riya vê rêxitinê bi taybet di nava civakê de zanabûna jin, rêxistina jin, perwerdekirina jin û bi riya Awropa jî li belavê Kurdistanê kirin bû. Cara yekem rêxistinekî jin yê xweser di wê salê de çê bû. Li Awropa cara yekem komên biçûk bi hevre hev perwer de dikirin. Cardin kesên ku nû beşdar dibûn di wê demê de akademiyên mezin yê ji bo ku heval tê de perwerdeyên xwe bibînin nîn bû. Ji bo wê deh heval, pênç hevalên jin û hwd ji bo ku perwerdeyên xwe bibînin di mala de xwe perwerde dikirin. Malên welatparêzde kom dibûn, di mehekê de perwerdeyên xwe yên birdozî didîtin pişte platformên xwe çêdikirin û piştê wê jî derbasê kar û xebatên xwe dibûn. Ji ber derfet di wê astê de bû.
Sala 1992’an de akademiya Mahsum Korkmaz hate girtin. Biryarekê siyasî bû. Ji ber dextên dewleta Tirk yên cûda û êrişên gelek cidî hebûn. Ji ber nêzîkatiyên siyasî akademî di vê salê de hate girtin. Piştê wê jî zemînên akademiyê derbasê bajêr bû. Şamê bi navê dibistana navenda partî bi vê navê kar û xebatên partî berdewam kir. Di wê zemînê de tenê perwerdeyên birdozî dihate dîtin. Cara yekem weke şubeyên akademiya Mahsum Korkmaz sala 1992’an şûn de di herêma Besta de ve bû. Ango cara yekem dewreyên perwerde yên kadro li Besta vebû. Hevalên jin jî cihê xwe dinava van dewrane de digre. Mirov dikare bibêje artêşbûna jin jî salên 1991- 1992’an de bi taybetî jî şerê Başur yê sala 1992’an de tevlêbûna hêza jin ya dinava şer de asta jor de bû. Wê demê heval Azîme tenê bi serê xwe cepheye rêve dibir. Di wê de mê de dibin denetima heval Azîme de gelek hevalên jin û hevalên xort tevlêbûna xwe ya dinava şer de çêkirine. Cepheyê ku heval Azîme têde pêşengiya şer jî kiriye serkeftinên gelek mezin bi xwe re aniye. Cardin di cepheya Xakurkê de tevlêbûna hevala Bêrîtan û hevalên jin yên li wê derê. Bi her awayî û di her qadan de hevalên jin bi çalak tevlê wê pêvajoyê bûye. Di wirde hevalên jin bi vîna xwe beşdarê şer bûye û daye diyar kirin ku jin jî dikare şer bike, jin jî xwedî vîne, hêza wê jî heye. Jin jî ji şer fêm dike, dikare taxtîk pêşbêxe û hêza xwe jî li gor şer bi senger bike. Di wê astê de di hevalên jin de ezmûnen gelek bi hêz xwe dida pêş. Hevalên jin di wê şerê de bi pratîk û tevlêbûnên xwe re xwe îspat kirin. Şerê Başur bi taybet bingeha artêşbûna jin avakir. Di salên 90’î de tevlêbûnên hevalên jin gelek pêşdebû. Bi taybetî jî di serdhiladanên Cizîr û Nisêbînde bi hezaran ciwanên Kurd dinava wê de keçên jin jî beşdarbûn. Ji xwe di wê demê de giraniya xwe hevalên nû pêşengtî ji şerê Başur re kirin. Rolê xwe yê giring jî leystin û bingehê gelek giring jî hate avetin. Li ser vê bingehê jî artêşbûna jin jî pêşket. Bi taybetî jî rola heval Bêrîtan di cepheyê Xakurkê de û yê heval Azîme jî li cepheyê Heftanînê de gelek giring bû. Weke van hevalan bi sedan heval bingeha artêşbûna jin avakirin. Cara yekem dahûrandinên artêşbûnê û tehlîlên Serokatî li ser vîn, hêz û derxistina cewherê jin û jin êdî bi vîn, hêz û baweriya xwe ya cewherî di qada şer de çawa xwe rêxistin bike dawiya sala 1992yan de û destpêka 1993’an de di vê çerçoveyê de nirxandinên berfirehkir. Ji bo ku jin bikaribe qadên azad ji bo xwe avabikin û xwe têde rêxistin bikin, di hûndirê wê de biryarên ji bo xwe bigrin. Bi riya artêşbûnê kesayet jî rastiya xwe, taybetmendiyên xwe, ferasetên xwe dît û tehlîlkir. Ji ber ferasetê bê zilam jin nikare tu tiştekê bike di kesayet de û hişmendî de hatibî rûnişkandin. Lê piştê artêşbûnê gelek pêşketin, guhertin û veguhertinên bingehîn û dîrokî pêşketin. Êdî cihên aîdê jin avadibin û jin bi xwe jî di vê de bi xwe biryarbûna jiyana xwe dide. Artêşbûyîn vîna jin derxist holê, naskirina cinsê xwe derxist holê, çawa bikaribe bi cinsê xwe re jiyanekê hevbeş rêxistin bike derket holê. Ya herê rast rastiya xwe jin derxistina holê li ser çi esasê têkoşîn wê pêşbikeve îdeayê wê derket holê. Bi riya artêşbûnê rastiya zilam jî derket holê. Di heman demê de gelek cara zilam biketina xwe bi jin re îzah dikir ev rastî derket holê. Ango jiyana xwe nikare rêve bibe, di şer de binketinên cidî jiyan dike yê suçdar jî di bû jin. Tevahî kêmasiyên xwe tavet li ser jin. Pêwîst dikir ku bi riya artêşbûnê jî zilam jî rastiya xwe re rû bi rû bimîne. Artêşbûna jin di vê mijarê de jî gelek gavên nû bi xwe re anî. Zilam jî ratiya xwe nas bike û di wirde xwe perwerde bike û xwe pêşbêxîne. Zemînek bi vê awayî jî da avakirin.
Bi giştî ji bo tevgera PKK’ê ji bo kadro û milîtanên wê ji bo gerîla ne şerte cihekê me yê perwerde hebe em tê de perwerde bibînin. Cihên me mekanên me yên wisa hene. Bi dehan cihên me yên ji bo perwerde hatine rêxistinkirin, xwe gihandinekê pergalekê bi sedan kadro di van derande perwerde dîtine evne gelek girigin. Lê ji bo me ya giring ewe ku mirov herderê û her mekanê bike cihê perwerdê. Ji derveyê perwerdeyên akademiyê jî ya giring ewe ku mirov li kuderê û di kîjan qadê de dibe bila bibe ya giring mirov xwe perwerde bike. Ji ber bi riya perwerde em di xwe de nûbûyîn pêşdixin û rêxistina xwe pêşdixin. Em bi riya vê têkoşîna xwe bi hêz dikin.
Cardin Serokatî teoriya qutbûyînê sala 1996’an de di tehlîlên xwe de li ser rastiya zilam xistibû rojevê. Serokatî qala kuştina zilamtî kîr. Kuştina zilamtî jî weke pîvanê sosyalîzmê girt dest û nirxand. Ji bo kestayetê xwe jî vê tanî ser ziman dû digot; “ji bo min pîvanê herê bingehîn yê sosyalîzmê ye.” Sala 1997 jî Serokatî teoriya qutbûyînê xist rojevê de. Sala 1998’an 8’ê Adarê jî birdoziya rizgariya jin îlan kir û teoriya qutbûyînê kûrtir kir. Bi riya paraznameyan Serokatî vê carê jî teoriya qutbûyînê weke “berdana bêdawî” bi nav kir. Teoriya qutbûyînê beriya her tiştê vegotina xwe ji hişmendî û deshilatdariya pênç hezar salan qutbûyîne. Ji ber ev pergala ku dîroka di aliyê xwe de nivîsandiye jin têde tuneye. Jin weke vîn û mirov ne hatiye dîtin. Ji aliyê pergal û çanda deshilatdarî de kesayet hatiye ava kirin. Rastiyek hatiye avakirin ev rastî ne aîdêteye û yê vê civakê ye. Rastiyek wisa berojavî hatiye kirin û ji tere jî dibêje tuyê vê rastiyê qebûl bikî û ji derveryê vê tu derfetê te yê jiyanê nîne. Ji ber vê jî ev pergala pênç hezar sal jin zêdetir kir kole, jin ji cewherê xwe dûr xist. Civak ji çanda wê û rastiyê dûr xist. Weke ku tu çawa ji rastiya xwe dûr bikevî, xwe înkar bikî tuyê ewqasî werî pejirandin. Ev ji bo jinê vegotina ketina jin e. Bi taybetî jî di kesayeta Kurd de gelek tişt hene ku ne aîdê wê ne. Çanda ku li dijberê Kurd tê kûr kirin ne aîdê wê ye. Înkar pir pêşe, ne aîdê xwe ye, bi îrade tevnagere. Mirovên Kurd li gor neyarên xwe hatiye avakirin. Bistûçar seat xizmetê neyarê xwe dike, bi taybetî jî ev di şesê zilam de hîn zêdetir kûr bûye. Serokatî dixwaze bi riya vê qutbûyînê di kesayet de guhertin û vegûhertinek bide avakirin. Beriya hertiştê ji bo ku tu bi zimanê xwe, nasnameya xwe, çanda xwe, bi vîn û hebûna xwe jiyan bikî, pergala xwe avabikî, û bibêjî ez jî bi nasnameya xwe heme beriya her tiştê pêwîste tu xwe ji wê pergalê û hişmendiyê qutbikî. Xwe ji tevahî çanda wê û dîroka wê qutbikî. Jiyana ku hatiye afirandin û tiştê ku tu ji bo xwe bigrî nîne. Jiyanekê bi her awayî hatiye qirêj kirin, pêwîste tu vê jiyanê xweşik bikî. Tu yê çawa xweşik bikî? Tu yê aliyên wê yên ne xweş, ne xweşik û ne aîdêtene beriya hertiştê tu yê xwe jê qut bikî. Di aliyê hişmendî, fikir, hest û ruh de xwe jê qutbikî. Ew rastiyên ku ne aîdêtene xwe jê qut bikî. Encex tu bi wê awayî dikarî jiyanekê aîdê xwe û azad bi afirînî. Ev jî birdoziya rizgariya jin vegotin dike. Ji bo me pîvaneke û stratejiya me ya herê sereke û bingehîn vegotin dike.
Roza Pinar