COLEMERG – Walîtiya Colemêrgê mehek din hemû cureyên çalakî û daxuyaniyan qedexe kir.
Walîtiya dagirker a Colemêrgê, bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku qedexeya hemû cureyên çalakiyan mehek din dirêj kirine. Walîtî û Qeymeqamiya a Colemêrgê diyar kir ku çalakiyên di sînorê bajarê Colemêrgê û cendirmeyan de yên ku gunvav nebînin tev di navbera dîrokên 18/06/2019 û 17/07/2019’an de hatine qedexekirin.