QENDÎL- Îro şandeyek ji mamosteyên Ayinî Pîrîn Zerdeştî û Kakayî û terîqeta Neqşîbendî serdanî çalakvanê mertala zindî kirin. Piştê bi suhbeta çalakvanan li ser navê şandeyê Mele Nadîr daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de Nadîr got ku; “Em wek mamosteyên Ayinî Pîrîn Zerdeştî û Kakayî û terîqeta Neqşîbendî serdanî çalakvanê mertala zindî kirin. Dewleta Tirk ne tenê li Tirkiye zulmê li Gelê kurd dike. Heman zilmê li Başurê kurdistanê jî dike. Em vê zilmê wan şermezar dikin. Li hember ev êrîşana banga li herkesi dikin ku vê yeke qebul nekin. Her wiha em spasiya xwe ji ciwanan re dikin kul i vir li hember dijmîn bûn mertala zindî û em piştgiriyê wan dikin.”