RIHA – Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, têkildarî buhayê ziyareta warê dîrokî Xerabreşkê ji Wezîrê Çand û Turizmê Mehmet Ersoy pirsî û got: “Sala par heqê ziyaretê 5 tl bû. Lê îsal kirine 35 tl. Sedema zêdebûna vî buhayî çiye?
Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, bi boneya Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Aksoy bi nivîskî bibersivîne pirsname da meclîsê. Surucu, anî ziman ku Warê Xerabreşkê, di nava Lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCO ve hatiye parastin û got: “Cihekî wisa dîrokî ku bala hemû cîhanê dikişîne, warê dîrokî, çandî û civakî ye divê em baş bidin naskirin. Divê em li ser girîngû wateya wê baş rawestin. Sala 2019’an wekî “Sala Xerabreşkê” îlan kirin. Ev yek ji bo turîzma Rihayê gelek girîng e. Lê ji ber heqê ketina muzeyê 7 qat zêde kirine, ligel “Sala Xerabreşkê” ya turîzmê jî li şûna ketin û ziyaret zêde bibe kêm dibe. Li gel ku bala turîstên xwecihî û biyanî dikiyîne jî ji ber buhayê zêde nikarin biçin ziyaret bikin. Yên diçin Xerabreşkê jî ji ber buhayê zêde bêyi biçin wargehê ziyaret bikin paşve vedigerin. Sala par heqê ziyaretê 5 TL bû, lê îsal heq 7 qad zêde kirine û kirine 35 TL. Malbatek ku ji 5 kesan diçin ji bo ziyaretê divê 175 TL bidin. Ev dibe sedema bertekan.
Li gorî vê yekê:
Agahiya wezareta we ji vê rewşê û bertekên gel heye? Ma pêxistî nîne ku bi heqekî kêmtir bilet bibire? Sedema heqê zêde çiye? Ev heqê ketina Xerabreşkê bi agahiya wezaretê ye an na? Wezaret ji bo heqê ketinê venêrtinê dike ya na? Wezaret ji bo berteken welatiyan tu tiştî dike yana? Heta niha çiqas turîztên biyanî û xwecihî ziyaret kiriye?