HATAY – Hat îdîakirin ku serçeteyên Heyet Tahrîr El Şam (HYT/El Nusra), ji ber pevçûn û bombebarana li Îdlibê 4 meh in civînên xwe li navçeya Reyhanliyê li dar dixe. Hat diyar kirin ku serçete li Eywana Dawetê ya Cemesî û lojmanên MÎT’ê li hev dicivin.
Tê diyar kirin ku nexasim piştî qewimînên li Îdlibê, navçeya Reyhanliya Hatayê bûye binkeyeke mezin a çeteyên Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ/El Nusra). Hat derpêşkirin ku çeteyên HTŞ ji ber pevçûn û bombebaran li Îdlibê 4 meh in civînên xwe yî navmalî li navenda Reyhanliyê çêdike. Li gorî agahiyên ji welatiyên li herêmê bi destketî, li navenda Reyhanli û deverên nêzî Deriyê Sînor ê Cîlvegoziyê, kadroyên sereke yên El Nûsra û MÎT bi hev re civînan çêdikin. Tê gotin, ev civîn li Lojmanên MÎT’ê û Eywana Daweta ya Cemesî ku bi qasî 5 kîlometreyan dûrî Driyê Sînor ê Cîlvegoziyê ye tên çêkirin.
NAVENDA EYWANA DAWETÊ YE
Jêderkan diyar kir ku ev civîn bi awayekî veşarî û bi awayekî perîyodîk tên kirin. Çavkaniyan, bilêv kir ku civîn car heye heftê carekê, car heye 15 rojan carekê û car heye mehê carekê tên kirin. Jêderkan, anî ziman ku cihwarê civînê pir naguhere û herî zêde li eywana dawetê ya navbirî tên kirin û carinan li lojmanên MÎT’ê tên kirin ku 3 kîlometre dîrû navenda Reyhanliyê ne. Der barê naveroka civînan de agahî bi dest neketin, lê belê hat diyarkirin ku li navçeyê 4 mehên civîn tên çêkirin û sedema ku li Reyhanli tên çêkirin jî ew e ku li Îdlibê pevçûn û bombeberan heye.