AMED – Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, 32 jinên berxwedêr bi hinceta stranên Kurdî gotin hatin darizandin, beraet kirin, lê ji heman sûcê derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de fezeke amede kirin. Parêzera Guven Cemîle Tûrhallî Balsak, diyar kir ku bi vê fezlekeyê re ew hîn bûn ku destnedayîna muwekîla wê heye.
Hevseroka Kongreya Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di 8’ê Mijdara 2018’an de li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Oclan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Piştî çalakiya Guven, di 9’ê Mijdara 2018’an de, berxwedêrê jin li qawîşên BK-3 û BK- 4 stranên Kurdî gotibûn. Rayedarên girtîgehê bi hinceta stranên Kurdî gotin, lêpirsîn derbarê 32 berxwedêrên jin û Guven dabû dest pê kirin.
32 JINÊN STARÊN KURDÎ GOTIN BERAET KIRIN
Lêpirsîna îdarî ya hat destpêkirin, di 12’ê Adarê de ji bo Serdozgeriya Komarê ya Amedê hat şandin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku stranên Kurdî weke sûc dît, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” îdîaneme amede kir.
4’emîn Dadgeah Cezayê Giran a Amedê ku îdîaname qebûl kir, îfadeya 32 girtiyên jin girtin. Dadgehê, di danişîna 21’ê Adarê hat dîtin de, gotinan stranên Kurdî weke azadiya ramanê nirxand û biryara beraetê ji bo 32 jinan da.
JI BO LEYLA GEVN FEZLEKE AMEDE KIRIN
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, ligel ku derbarê 32 jinan de biryara beraetê hat dayîn jî, ji heman sûcê derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de îdîanemeyek cuda amede kir û ji ber Guven parlementere, ji Wezareta Dadê re şend. Îdîanameya derbarê Guven de hat amede kirin, di 14’ê Gulanê de bi daxwaza rakirina destnedayînê ji Meclîsê re weke fezleke hat şandin.
PARÊZER: EM HÎN BÛN KU DESTNEDAYÎNA MUWEKÎLA ME HEYE
Parêzera Guven Cemîle Tûrhalli Balsak, diyar kir ku fezlekeya derbarê Guven de hatiya amade kirin mijara “pêkenokê ye” û wiha got: “Hûnê parlementerekê ku destnedayîna wê heyî bixin girtîgehê û ji ber li girtîgehê tevlî çalakiyekê bûye bixwazin ku destnedayîna wê bê rakirin. Ji xwe we wê kiriye girtîgehê û mafê destnedayîna wê rakiriye. Çawan dibe ku hûn bixwazin destnedayîna kesekê girtî, bê rakirin. Wê demê di serî di hûn karekê nelirêtiyê dikin. Weke ku ev ne bes be, ji bo bê darizandin hûn dixwazin destnedayîna wê bê rakirin. Bi vî awayî em hîn bûn ku mafê destnedayîna muwekîla me heye.”