MÊRDÎN – Li Newala Qoriyê ya di navbera Hezex û Kerboranê de 3 roj berê bombebaran pêk hatibû û pişt re pevçûn derketibû. Hat zanîn ku Abdulsamet Akgul û Ramazan Toksoy ên jiyana xwe ji dest dan sivîl in.
Li Newala Qoriyê ya dikeve navbera navçeya Kerborana Mêrdînê û navçeya Hezexê ya Şirnexê di 16’ê hezîranê de helîkoptêran bombebaran pêk anîbû. Piştî bombebaranê di navbera esker û hêzên gerillayên HPG’ê de pevçûn qewimîbû. Di pevçûnekê de leşkerekî dagirker ê serpelek hatibû kuştin. Wezareta Karê Hundir bi derewan û rêbazên şerê taybet hewl da bûyerê veşêre.