QENDÎL – Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan Têkoşer li dijî êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistan di 14’ê Hezîranê li Binarê Qendîle dest bi calakiya mertalê zindî kirin. Çalakiya mertalê zindî di roja xwe ya 6’emîn de berdewam dike.
Doh şandeyek ji mamosteyên Ayinî Pîrîn Zerdeştî û Kakayî û terîqeta Neqşîbendî serdana çalakvanê mertala zindî kirin. Piştî niqaşên bi çalakvanan re li ser navê şandeyê Mele Nadîr daxuyaniyek dabû û zilm û êrîşên dagirker ên dewleta faşîst ya tirk şermezar kiribû.