NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî, şervanê YPG’ê Zekeriya Silêyman (Zekeriya Efrîn) ku 18’ê Hezîrana 2019’an, di encama krîza dil de şehîd bûye bi bîr anî û got: “Em di şexsê rêheval Zekeriya Efrîn de hemû şehîden xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye;
“Rêhevalê me Zekeriya Efrîn dema ku li ser erka xwe bû di roja 18’ê Pûşperê de di encama qrîza dil de şehîd ket.
Heval Zekeriya di malbateke welatparêz a Efrînî de hate dinyayê. Di demeke ku li dijî Rojava û Bakûrê Sûriyê êrîş çêdibûn de tevlî refan bû. Hevrê Zekeriya ku bi cewhera fedakar û kedkar a gelê me xwe ava kir. Ji roja yekemîn a ku di nav refan de cîhê xwe girt û ta niha her erka ku girt ser milên xwe bi azwerî nêz bû. Di demeke kurt de bû şervanek xurt yê berxwedêr.”
Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:
*****
Nasnav: Zekeriya Efrîn
Nav û Paşnav: Zekeriya Silêyman
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Ezîz
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Dîroka Şehadetê: 18’ê Hezîrana 2019”