DÊRIK – Bi hezaran welatiyên Dêrikê û navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer li qada Karkeran hatin ba hev û bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina bombebarana dagirkeriya Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bêdengiya hikûmeta Herêma Başurê Kurdistanê ya ji binpêkirinên Tirkiyê re ber bi Deriyê Sînor ê Sêmalkayê ve meşiyan.
Welatiyan wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsên “Na ji bo dagirkeriya Tirk a li Başurê Kurdistanê û herêma Biradostê re ” bilind kirin.
Meş li navenda Dergeha Sêmalka vegerî mîtîngê. Bi navê Koordînasiyona Kongreya Star Perwîn Yûsif wiha axivî: “Çiyayên Kurdistanê dibistanên azadiya şervanan in û nepêkan e em di di derbarê bûyerên bi serê hêz û herêmên me de ji hêla faşîsta Tirkiyê ve tên, bê dengbin.” Perwîn got: “Çiyayên Kurdistanê cihê Kurdan e û nabe dagirkeriya Tirk me ji hev bike.”
Perwîn wiha domand: “Bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji binpêkirina dagirkeriya Tirk re ji bo parastina berjewendiyên takakesî tê. Ji ber ku êrîşên Tirkiyê yên li ser Bradostê di heman rojê de ku Nêcîrvan Barzanî bûye serok û bi taybet hevdîtinên wî ya ji berpirsên Tirk a beşdarbûna merasîmê serokatiyê re, hat. Ev jî nîşan dide ku hikûmeta Herêmê bi Tirkiyê re hevpar e. Ji lewre piştî merasîma serokatiyê, rayedarên Tirk tekez kir wê têkiliyên nû bi hikûmeta Herêmê re pêk bînin.”
Di mîtîngê de hevserokê Meclîsa Herêma Dêrikê Abdulrehîm Mihemed axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan ên zarokên wan ji ber êrîşên Tirkiyê şehîd bûne re xwestin, soza mezinkirina têkoşînê li dijî tevahî dijminên gelê Kurd da.
Mihemed wiha domand: “Dewleta Tirk bi dîroka xwe ya xwînmij a li dijî hemû gelên herêmê, pêkanîna komkujiyên li dijî Xiristiyan, gelê Kurd û tevahî gelên aştîxwaz, tê nasîn. Nimûneya vê jî guhartina demografiya Efrînê û bicihkirina çeteyên li navçe û gundên Efrînê ye.Dewleta Tirk krêtirîn sûc û komkujî li dijî şoreşên Kurdî yên daxwaza mafên xwe yên rewa dikirin, pêk anîn. Lewre jî dewleta Tirk ji bilî zimanê çekê tiştekî din nas nake.”
Di dawiyê de Mihemed bang li tevahî gelên aştîxwaz û aştîxwazan kirin ku li dijî faşîsta Tirk çekan hilgirin. Her wiha bang li welatiyên Başurê Kurdistanê û rêxistinên ciwanan kir ku têkoşînê di derbarê bûyerên li Kurdistanê yên bi destê faşîsta Tirkiyê de pêk tên, bilind bikin.
Meş bi tiliyên dayikan û dirûşmên şermezarkirina kiryarên Tirkiyê û bêdengiya li hember bombebaranên Tirkiyê li ser çiyayên Kurdistanê û Bradostê, bi dawî bû.