RIHA – Sûphî Aksoy ê Akp’î yê qaşo ji bo Serokê Şaredariya Hewag hat hilbijartin, nivîsa Kurdî ya li ser lewheya bazara semtê rakir.
Sûphî Aksoy ê Akp’ê ku qaşo ji bo Serokê Şaredariya Hewag di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de hat hilbijartin, nivîsa Kurdî ya li ser lewheya bazarê zemtê rakir. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) piştî ku şaredariya Hewag qezenc kir, lewheya bazara semtê, daliqand. Dûre qeyûmê tayînê şaredariyê hat kirin, lewhe rakir. Yek ji karên herî dest pê kê yên Sûphî Aksoy ê AKP’î kir, rakirina lewheyên zimanê Kurdî bû.
Qaşo Serokê Şaredariyê Aksoy ferman da ku lewhe weke “Bazara Semt a Şaredariya Hewag” bê guhertin. Piştî vê fermanê lewhe hat guhertin.
Bi telefonê bi em li şaredariyê gerin, rayedarekê şaredariyê dest ji me re got kesek berpirsiyar tuneye û dûre gotin “Ez ji we Kurdtirim” û telefon girt.