“Li dijî têkoşîna Kurdê azad û afirandina civakek Demokratîk û ekolojîk li ser bingehê azadiya jinê, hêzên navnetewî û herêmî zend û bendên xwe badane. Kurdên bi îrade ku xwedî stratejî, bername û siyaseteke serbixwe bin, naxwazin û li gor wan xetereya herî mezin in. Di hevdîtina xwe ya li Îmraliyê de Rêber Abdullah Ocalan ku li dijî netewperestiyê, girîngî bi jiyana bi hev re ya gelan da û pêşxistina Netewa Demokratîk esas girt, careke din bal kişandiye ser pîlanên qirêj ên pêşxistina netewperestiya Kurd. Vê yekê jî bi mînaka ku; ‘Ger berê li Kurdistanê Bekoyek hebû, îro hewl tê dayîn hezar Bekoyan çêkin!’, vê rastiyê bi lêv dike. Rola ku Bekoyan wek sembolîk bêguman, li Kurdistanê lîstine rola Kurdê xayîn, xwefiroş û netewperest bûye. Jixwe gelek caran Rêber Ocalan behsa pêknehatina eşqa li Kurdistanê kiribû û diyar kiribû ku; Ya Ehmedê Xanî balê dikşîne ser evînek nîvcomayî ye ku Kurdayetiyeke nêvî û ne temame. Ango Mem û Zîn li Kurdistanê sembola neçûna serî ya Kurdayetiyeke azad in. Hebûna Bekoyan li ser vê erdnigariyê li pêşiya pêkanîna Kurdê azad astengiya herî mezin e. Di serî de têkoşîna civaka Kurd û bi taybet jina Kurd li beramber rastiya nebixêr a Beko her tim hebûye û îro jî didome.
Mixabin ta ji sedsala 17 û 18´an de li Kurdistanê Bekotî qirêjî, xiyanet û nehesî bûye, îro bi pîlan û konsepta li dijî Kurdan, hewl tê dayîn kesayetên wek Beko li gel civaka Kurd baş û rind werin nîşandayîn. Netewperestiya Kurd, Ereb, Tirk û Fars heman tiştin, civakê ber bi parçebûnê ve dibe, bi xwe re faşîzm, wêranî, ketin û hilweşandinê tîne. Dema hêzên hegemonîk dibînin ku li Kurdistanê Kurd, li dijî hişmendiya dewlet netewe, jiyaneke bihevre ava dikin, bi gotineke din evîna xwe pêk tînin û dibin serî, kesayetên ku netewperestiya Kurd kûr bike, ango Bekoyan amade dikin û wek mînak pêşkêşî civaka Kurd dikin. Bi têkoşîna 40 salan a di serî de li Bakurê Kurdistanê destpêkir, hewldanên bi vî rengî bi çêkirina pergala cerdewaniyê û niha jî bi awayekî hîn nermtir vê pergala netewperest, Bekowarî belavî tevahiya civaka Kurd dikin. Ya TRT Kurdî, parlementer û kesên xwefiroş ên nêzî AKP dikin jî ev e. Wer lê hatiye ku hebûna van Kurdên xwefiroş wek mijareke jirêzê tê dîtin û helwesta li beramber wan kêm e. Gelek malbatên Kurd ên bi salan cihê xwe di têkoşîna li dijî dagirkeriyê de girtine, îro ji bo vê mebestê tên bikaranîn. Armanc bi pêşxistina xeta netewperest a ku serkêşiya wê PDK dike, meyl û lêgerîna ji bo jiyaneke azad ji holê rabikin.
Ya li Başûrê Kurdistanê bi rêka malbata Barzaniyan jî tê kirin, Bekokirina tevahiya civakê ye. Ev xetere çiqasî ji aliyê Kurdan ve tê dîtin nizanim lê ger pêşî lê neyê girtin wê heta biçe rewşa ku îro ENKS û hinek hêzên Kurdî li Efrînê dikin. Ango wê bi destê xwe, civaka xwe înkar bikin û ji guhertina demografya Kurdistanê re dengê xwe dernexin û lê temaşe bikin. Nêçîrvan Barzanî mînakek baş e ji bo mirov rastiya Beko li Kurdistanê hîn baştir bibîne. Her çend em bêjin ew serdem bihorî lê ya xuya dike jî ne ew e. Wa Nêçîrvan bû serokê Herêma Kurdistanê. Bi çi armancê û bûye serokê herêmek çawa. Wê serokatiya Kurdekî çawa bike gelo. Nûnertiya netewperestiyek herî kambax û wêran dike Nêçîrvan Barzanî. Ji bo evîna Kurd neçe serî, ji bo li Kurdistanê şoreşa heqîqî ya çandî û civakî pêk neyê, hatiye erkdarkirin. Jixwe di hişmendiya netewperestiyê de çi Kurd be çi neteweyeke din, rê ji ti azadiyan re tineye. Di serî de hatina malbatekî hemû li ser desthilatdariyê eşkere nîşan dide ku ew dixwazin bi pêşxistina xanedantiya Barzanî, mîrtî û begtiya ku Ehmedê Xanî ta ji sedsala 17´an ve li Kurdistanê rexne kiriye, îro dîsa zindî bikin. Xanedaniya heyî bi temamî ji hişmendiyeke dewlet netewe çavkaniya xwe digire, bi xwe re wê cinsperestî, olperestî û desthilatdariyeke kûr jî bîne. Ji bo wê jî têkoşîna Kurdan bi taybet jina Kurd li beramber her cure Bekoyan û hişmendiya wan wek ti serdemeke din nîne. Herî zêde pêwîstî heye ku jina Kurd li beramber vê yekê têbikoşe. Bi avakirina pergala demokratîk evîn li Kurdistanê dikare wateya xwe ya heqîqî bibîne. Ji bilî vê hemû hewldanên din ji bo Bekokirina civaka Kurd e. Asta jina Kurd gihiştiyê dikare vê xetereya mezin a qirkirinê ji holê rake û pûç bike. Balkişandina Rêber Ocalan a ser vê mijarê bi taybet di vê demê de watedar e, û girîng e. Hêjaye mirov careke din vê rastiya dîrokî lêbikole. Dersa herî mezin jî ew e ku Zîn û Memek azad tenê dikarin Bekoyan bê wate bikin!”
ÇAVKANÎ: Yeni Özgür Politika – Gelawêj Ewrîn