ŞENGAL – Li Naheya Sinûnê ya girêdayî Şengalê ye bi meşekê dagirkeriya dewleta tirk a li see axa Başûrê Kurdistanê hat şermezar kirin.
Meşa ku ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê ve hate organîze kirin, bi tevlîbûna bi sedan gelê Şengalê, ji Meclisa Gel a Sinûnê heya Cadeya Mifriqê Gundê Kersê bi gotina dirûşmeyên wek “Bimre Îxanetê” û “Bijî Berxwedan” hate lidar xistin.
Piştî çalakiyê li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Yeketiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yektiya Jinên Ciwanên Êzidî (YJCÊ) daxwuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endamê YCÊ Şigab Reşo ve hat xwendin.
Daxuyaniya hevpar wiha ye:
“Ev nezî 30 sale ku dewleta tirk a faşist axa Başûrê Kurdistanê û Irake dagir dike. Dewleta tirk a dijminê gelan dixwaze çareke din weke imperatoriya osmaniyan hemû herêmên Rojhilata Navîn dagir bike û gelên li herêmê di nava qatliam u komkujiyan re derbas bike. Êrîşên dewleta tirk a li ser xaka Suriyê û dagir kirina wê ya Efrînê ji vê yeke dide nîşandan. Li ruxme ku sinorên dewlatan bi qanunên navdewletî hatine parastin ji dewlata tirk her roj van qanunan binpêk dike û êrîşî gelan û taybet jî êrîşî destkeftiyên gelê Kurd dike. Dewleta tirk a faşîst axa Başûrê Kurdistanê û Irakê bi hevkariya malbata Barzanî dagir kiriye û xwe di hemû şaneyên nava civakê de bi rêxistinkiriye. Ji aboriyê bigre heta perwerdê, ji îstîxbaratê bigre heta eskerê xwe bi cih kiriye. Ev dagirkerî hatiye wê astê ku serokê konsolosxaneya tirkan a Hewlerê Hakan Karaçay herêmê reve dibe û rehet tevdigere.
Bi qasî ku tê zanin niha 12 bargehên leşkerî û noxteyên tirkan di nava Başûrê Kurdistanê de bi hevkarî û îxaneta malbata Barzanî xwe bi cih kirine. Heta niha ev bi dihan cara e ku dewleta tirk a faşîst bi balafirên şer êrîş pêk anînê û bi sedan welatî qetilkirine, bax û baxçeyên wan malên wan hatine bombebaran kirin. Herî dawî ciwanê Êzidî ê bi navê Emin Salih ku ji eşira Simoqiyaya li Zaxo bi destê dewleta tirk hate qetilkirin. Niha ji dewleta tirk bi destekdayîna malbata Barzanî êrîşî herêmên Parastina Medya Xakûrkê dike di van êrîşan de dewleta tirk û hevkarê wê her roj darbeyên pir giran ji gerilayên qehreman dixwe.
Em weke Yekitiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzidî berxwedana Xakûrkê a gerilayên qehreman e ku em ji fermanê xilaskirine silav dikin. Em weke ciwanên Êzidxanê amade ne ku li dijî hemû êrîşên li ser xaka xwe şer bikin. Em bang li hemû Ciwanên Irakê û Başûrê Kurdistanê dikin ku bi rihê berxwedana Şeladizê li dijî dagirkeriya tirk SERÎ HILDIN û dakevin qadan.