QAMÎŞLO – di çarçoveya amadekariyê 2’emîn Konferansa Ciwanên Kurd endamên Meclisa Ciwanên Kurd çûn serdana Partiyên Sîyasî ên Kurd. Endamê Meclisê partiya Ciwanên Guhertin, Partiya Yekitiya Kedkarên Kurdistan, Partiya Kombûna Niştîmanî ya Kurdistanê, Partiya Demokrasiya Kurdistan, Partîya Pêşvero û Partiya Demokrata Kurdistanê-Suriyê ziyaret kir. Di serdanan de ji bo xurtkirina xebatên amadekariya konferansê û ji bo bal kişandina li ser êrîşên dagirkeriyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê nîqaş hatin meşandin.
Meclisa Ciwanên Kurd partiyên ku serdana wan kir, ew vexwandin Konferansê û ji wan daxwaz kir ku başdarî xebatên amadekariyê bibin. Di hevditîna de êrîşên dagirkeriyê li ser Xakûrkê û tevahî xaka Başûrê Kurdistan hate şermezarkirin û helwestek yekbûyî hate dayin.