STÛTTGART – Adil Sunger (Lecwan Mûnzûr) û Ruhat Tabak (Çekdar Botan) ên Hezîrana 2016’an li Qendîlê di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû, hatin bibîranîn. Bîranîn li bajarê Elmanya Stûttgartê cihê ku şehîd Çekdar Botan lê jîdayîkbûye. Nêzî 350 kes pirranî jê ciwan beşdarî bîranîna şehîdan bûn.
Bîranîn bi yek deqe rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir. Di bîranînê dayika şehîd Lecwan û bavê şehîd Çekdar der barê jiyana wan de axivîn. Li ser navê rêxistina ciwanna jî axaftin hatin kirin, di axaftinê soza bilindkirina têkoşîna şehîdan û mezinkirin rêxistinbûyinê hate dayin.
Di bîranînê her wiha hevalên şehîd Çekdar û Lecwan bîranînên xwe bi wan re anîn ziman û helbstan ji bo xwendin. Der barê jiyana herdû şehîdan sinevizyon hatin nîşandayin.