BÎNARÊ QENDÎL – Şandeya pêşmergeyan ji milê hemwelatiyên binarê Qendîlê û çalakvanên mertalê zindî li herema Kortek hatin pêşwazî kirin. Pêşmergeyan armanca serdana xwe ji bo ajansa me ragihandin.
Pêşmegeyek Dêrîn ê bi navê Hewrê Ezîz wiha got: “Em spasî ya we dikin ji bo pêşwazî kirina me û ez xwe ser bilind dibînim di nava ew kesayetên xwedî helwestane cih digrim. Kesayatên bê helwest nikarin bijîn. Ez serbilindim ku li vê derême. Ez silav û rêzên xwe ji bo Gerîlayê Azadiya Kurdistan re dişînim, ku niha li her çar perceyên Kurdistanê dirokê bi tîpên zêrîn dinivisînin. Ev hatina me niha nabe bersivek li berember pevajoyê. Ev tiștek nebese lê ji bêdengiye baștir e. Bedengiya heyî berdewam bike we pêșerojê barê nifșê nu girantir bibe.
Erdoxanê diktator dixwaze welatê me dagir bike. Ji bo Erdoxan û hevkarên wi ev pêvajo buye pêvajoya herî giran û teng. Di milê aborî, sîyasî de mîxabin ew ê ku hêz dide wi di desthilatariya Başûrê Kurdistanê de cih digre. Ev cihê dil giran buye. Eger me kongreya netewî esas girtîba niha ne qetliama Şengalê ne jî bûyera 16’ê Cotmehê pêk dihat. Ev kongreya netewî xwesteka hemû gelê dilsoze.“
Siwan Raperînî jî wek endamê pêşmergeyên dêrîn wiha axivî: “Em wekî pêşmergeyên dêrîn ev êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêk tê şermezar dikin. Gelên heja em wekî pêşmergeyê dêrîn Kurdistan yek parce dibînin. Ji bo wan êrîşên dijmin li ser xaka Başûrê Kurdistanê ne tene li dijî PKK’ê ye li dijî tevahî gelê Kurdistanê ye. Bi hinceta PKK’ê li Başûrê Kurdistanê heye dixwaze axa me dagir bike.
Piştî axaftinan pêşmergeyên dêrîn çûn serdana çalakiya ku di pêşengtiya Ciwanên Başûrê Kurdistan hatiye destpê kirin û di roja 8’emîn de didome. Ciwanan Pêşmergeyên Dêrîn bi keyfxweşî pêşwazî kir û piştre daxuyaniyek hate dayin. Di daxuyaniya hevpar bal kişandin li ser berxwedana gerîla û îxaneta hikumeta herêmê hate şermezarkirin. Çalakiya diroka ku ji milê Hêzên Parastina Cewherî li Zaxoyê pêk hat di daxuynaiyê de hate silavkirin û bal kişandin ser berxwedana Şeladîzê. Di dawiya daxuyanî bang li hemû kesî kir ku bêdengiya xwe bişkînin û li dijî dagirkeriyê serî rakin. Pêşmergeyên Dêrîn spasiya ciwanan kir û çalakiya wan pîroz kir.