NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Komeleya Ciwanên Welatparzên Kurdistanê ku li Binarê Qendîlê di çalakiya mertalên zindî de ne bi daxuyaniyekê li dijî berdana kesên êrîşa zayendî birîn li ser zaroka 8 salî ya li Hewlêrê derketin û gotin,”Bi ruhê ciwanan li dijî sîstema dagirkerî û mêrsalariyê dirawestin û em ê bi ser bikevîn.”
Zaroka bi navê (L.L) ya 8 salî û niştecihê bajarê Hewlêrê 4’ê Adara 2019’an de ji aliyê du zilaman ve û bi hevkariya du jinan êrîşa zayendî li dijî wê hatibû kirin. Tawanbar li ser giliya bavê L.L’yê 14’ê Adarê tên binçavkirin. Piştre kesên tawanbar li binkeya polîsan a Rastî li xwe mikûr hatine ku tawaneke bi vî awayî kirine. Lê di 17’ê Hezîranê serbest hatine berdan. Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Komeleya Ciwanên Welatparên Kurdistanê ku li Binarê Qendîlê di çalakiya mertalên zindî de ne bi daxuyaniyekê li dijî berdana tawanbaran derketin. Herwiha hemû cureyên destirêjî û êrîşên zayendî şermezar kirin.
Endama Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Dîrok Mistefa daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin;”Weke ku tê zanin di rojên borî de zilm û sitem li ser zayenda mê berdewam kirine. Keçikek temen 8 salî li bajarê Hewlêrê ji aliyê çend kesan ve rastî destdirêjiyê hat. Niha tawanbar bi azad digerin. Herwiha weke tê zanin li Başûrê Kurdistanê gelek jin ji rastî êrîşên zayendî yên zilaman hatine. Dikujin, destdirêjiyê lê dikin, yan ji wiha dikin ku xwebikujin. Em van hemû karên nemirovî şermezar dikin.
Em weke Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Komeleya Ciwanên Welatparên Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, nehiştina mêrsalarî û sîstema baviksarî li virin. Bi ruhê ciwanan em ê li dijî zilm û zordariyê rawestin û ser bikevin.”