QENDÎL – Fermandarê Pêşmergeyan di çalakiya mertalên zindî ku bi pêşengtiya Ciwanên Başûrê Kurdistan destpê kiriye ji ajansa me re axivî. Hewkar Ebdillah fermandariya Pêşmergeyên Dêrîn dagirkerî û xeteriyên li ser axa Başûrê Kurdistan û berxwedana Gerîllayên Azadiya Kurdistan nirxandin.
Ebdillah bal kişand ser hewldanên dagirkeriya dewleta tirk û bêdengiya hikumeta herêmê û wiha axivî:
Em wek pêşmerge çalakiya ciwanan a li Qendîl pîroz dikin û bi watedar dibin. Me xwest em li vir piştgiriya xwe ji bo Gerîllayên Azadiya Kurdistan nîşan bidin. Îro gerîla ne tenê hêza gelê Kurd e, hêza hemû gelê azadixwaze. Hêza her mirovekî ku azadixwaze. Qendîl buye sembola azadî, demokrasiyê, aştîxwazî, rêzgirtina ji bo mafên mirovan û azadiye. Ez bang li her pêşmergeyekî dike ku li keda xwe û li wan nirxan xwedî derkeve. Pêşmergeyatî ne ew e ku wûn ji bo bazirganî û tiştên maddî dikin. Pêşmergeyatî li nirxên civakê xwedî derketine. Pêşmergeyatî ne ew ku bibe qurbaniya sîyaseta ne baş û ne layikî xwîna hevalên şehîd be. Dewleta tirk li ser navê mislimantiyê gelê kurd qetîl dike, pêwîste kesyaetên oldar di vir de rola xwe bilîzê û vê yekê qebûl neke.
Di dawiya axaftina xwe Ebdillah bal kişand li ser têkoşîna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û wiha got:
Pêwîste ji bo azadiya Rêber APO em di nava têkoşînê debin. Ji bo azadiya Kurdistan ancax bi azadiya Rêber APO pêk were. Ez bang li hikumeta herêmê jî dikim ku li hemberî dagirkeriya tirk bêdeng nemine û nebe hevkarê dijminê xwe. Em vê bêdengiya qebûl nakin û em ê li hemberî vê bitekoşîn.