STENBOL – Dengdana ji bo hilbijartina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê saet 8’an dest pê kir û wê heta 17’an bidome.
Li 39 navçeyên Stenbolê wê 10 milyon 560 hezar 963 kes li 31 hezar 342 sindoqan dengê xwe bidin.
Namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglû, namzetê AKP’ê Bînalî Yildirim, namzetê Partiya Saadetê Necdet Gokçinar, namzetê Partiya Vatan Mûstafa Îlker Yucel û 17 namzetên serbixwe tevlî hilbijartinê bûne.